Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye

img
AMED - Sabîha Aslan xwişka Veysî Aktaş ê ku niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne diyar kir ku li Îmraliyê polîtîkayeke taybet tê meşandin û got: “Bi qanûnî, bi îslamî, bi xirîstiyanî, bi insanî çi bibejî heqê me heye em biçin hevdîtinan, telefonê bikin û nameyan bişînin. Bêqanûniyeke bêsînor heye û vî heqî nadin me. Ev jî zulmeke pir girane.”
 
Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan piştî 21 salan bi bi telefonê bi malbata xwe re axifî. Her wiha her sê girtiyên din jî bi malbatê xwe re axifîn. Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ên di heman girtîgehê de dimînin jî piştî ku sala 2015’an ew birin Îmraliyê cara ewil e li Îmraliyê bi telefonê bi malbatên xwe re aaxifîn.
 
Sabîha Aslan xwîşka Veysî Aktaş ê 26 sal in girtiye û niha jî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê dimîne, diyar kir ku ji bo axaftina telefonê rojekê beriya hevdîtinê parêzer telefonî wan kiriye û got: “Parêzer diyar kir ku destûra bi telefonê axaftinê derketiye, wê roja duşemê li me bigere. Lê got dê ji dozgeriyê li we bigerin. Pişt re telefon kirin gotin ‘em ji Îmraliyê li we digerin. Sibe herin edliyê li cem dozgeriyê wê Weysî Aktaş bi telefonê bi we re bi axive,’ Bi telefona wan jî bi rastî pir keyfa min hat. Ez roja din çûm dozgeriyê. Di saet 14.00’an de telefon kir. Haya wî jê hebû. Me serî de li hev pirsî. Min got ez tenê hatime nehiştin ku dayik bê. Rewşa dayika min, zarokên min pirsî. Em li ser malbatê axivîn. Berî kirin hebû. Got zarok mezin bûne. Du mehan carekê wêneyên wan ji min re bişîne. Lê tiştên ku em ji wan re dişinin nagihe destê wan. Xwezî li malê geriya bûya ku me hemûya dengê wî bihîstîbûya.” 
 
‘DIBE KU CARA DAWÎ BE’
 
Aslan, diyar kir ku dayika wê ev pênc sal in dengê Aktaş nebihîstiye û got: “Dayika min pîr e, nikare biçe wê derê, ji xwe destûr jî tune ye. Bihêlin jî riya Îmraliyê riyeke pir zehmet e. Çûn û hatina wê derê pir giran û zehmet e. Ji bo ku mirov bizane encax mirov bijî.” 
 
Aslan, anî ziman ku birayê wê rewşa welat û Amedê pirskiriye û wiha berdewam kir: “Min ji birayê xwe re got ji ber vê nexweşiyê em wek gel bi xwe bi xwe xwedî li hev derdikevin.  Pişt re min pirsa wan kir. Got rewşa wan baş e, pirsgirêkên wan ên fîzîkî tune ne. Ji bo rehetsizbûneke wan bijîşk li wê derê hene.” Aslan, dest nîşan kir ku birayê wê gotiye dibe ku ev telefon cara dawî be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min got Weysî axaftina bi telefonê dê berdewam bike. Got ‘nediyare dibe ku cara dawî be. Tiştekî ku li vir diyar tune ye. Dibe hevdîtin jî û telefon jî hew çêbibe.’ Dibe ku heta ev nexweşiye heyî dewam jî bike em nizanin. Tecrîda li ser wan tecrîdeke pir giran e û bê qanûnî ye. Dengê wî pir hati bû guhertin. Li wê derê nemeke zêde heye. Hewa bandorê li wan dike. Bi dengê wî jî mirov dizane ku  çiqas di rewşeke zor de ne.” 
 
Aslan, bilêv kir ku hevdîtin, axaftina telefonê, şandina nameyan mafê wan e û wiha lê zêde kir: “Em ji hev qut in. Kesekê qanûneke bi vî awayî nedîtî ye. Mafê hevdîtin, telefon, name şandin nadin me. Ev pêkanîn, ji kêfî tên kirin." 
 
‘BI QANÛNA ÎNFAZÊ BÊ QANUNİYA XWE DERXISTIN HOLÊ’
 
Aslan, bibîr xist kur birayê wê 26 salin di girtîgehê de ye û got: “Wexta nû ketî girtêgehê me sal dihejmartin lê piştî ku ser bîstê ket êdî nema bi hejmêrin. Pirsa Qada Newrozê kir çawa ye derdor û çiya çawa ne jê re qal kir. Wekî din got ku ji ber vê nexweşiya şewbê em zêde hevdû nabînin. Malzemeyê paqijiyê jî hinek ew didin yên din em bi pere xwe digirin. Em ji bo paqijiyê baldar in û niha rewşa me baş e. Pişt re çi bibe em nizanin.” 
 
Aslan, diyar kir ku bi nedaxilkirina girtiyên siyasî ya nav qanûna înfazê ya nû re heyr nemane û got: “Bi qanûna înfazê bê qanûniya xwe derxistin holê. Mirovên ku civak jê fikaran bike berdan lê mirovên weke rojnamevan, siyasetmedar û hwd. sûcê wî tenê fikra wî ye nehatin berdan. Ji diz û çeteyên xwe re efû anî lê ji ber ku ji fikra girtiyên siyasî ditirsin ji wan re ne anî. Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş, temen dirêj û hemû girtiyên siyasî werin berdan. Ji bo ku ji vê nexweşiyê xwe biparêzin bila biçin malên xwe ku dilê malbatên wan jî rehet be.”
 
‘DIVÊ HER KES BIBE DENGÊ GIRTÎGEHAN' 
 
Aslan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û got: “Bi qanûnî, bi îslamî, bi xirîstiyanî, bi însanî çi bejî heqê me heye em biçin, telefonê bikin û nameyan bişînin. Bêqanûniyeke bêsînor heye û vî heqî nadin me. Ev jî zulmeke pir girane. Wateya vê jî ewe ku aşitiyê û fikrên baş naxwazin. Wexta ev tişt çêbibe dê textê wan biheje û saltanata wan biqede. Em dixwazin di serî de Serokatî her çar hevalên li Îmraliyê girtî telefonê li malbatên xwe bikin. Ev neyê sînor kirin. Anku navê yek kesê didin dibên hûn ê pê re biaxivin. Bila telefonê li malbata xwe bikin. Wexta ez dozgeriyê axivîm li cem min sekinîn, bila werin malê bisekinin lê bila wê telefonê li mala xwe bike. Tu wateya telefona li cem dozger jî tune. Ez ê çawa rehet biaxivim. Em mafê xwe dixwazin. Ji xwe grav ne cihê mirova ne. Lazim e her çar girtî ji wê giravê bên derxistin. Polîtîkayeke taybet tê meşandin li giravê. Girava Îmraliyê wek cihekî winda ye. Ev zilma giran di serî de li wan tê kirin pişt re li malbatan. Ji ber vê yekê divê herkes ji girtîgehan re bibin deng.”
 
MA / Fahrettîn Kilinç - Ayşe Surme
 

Sernavên din

01/05/2020
15:40 Li 15 rêveberên DÎSK'ê 47 Hezar û 730 tl ceza birîn
15:13 Dayîkên Şengalê ji rêxistinên Kurdan xwestin peyama Ocalan rast binirxînin
14:42 Rojeva Cîhanê 1’ê Gulanê ye
14:32 Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê
14:14 Qada Îstasyonê îsal vale ma
14:14 Rêveberiya Xweser a Sûrî 1’ê Gulanê pîroz kir
13:23 Li Wanê 14 kes hatin binçavkirin
13:15 Li Amedê 2 avahî xistin qerantînayê
13:00 Çelenga zerar dît gîhandin Bîrdariya Taksimê
12:59 Li Enqereyê bang kirin: Em li her derê ne
12:49 Ziyaretên girtîgehan heta 15 rojên din taloq kirin
12:33 Sancar: Tifaqa li dijî desthilatê bêyî HDP’ê nabe
11:52 Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan
11:32 Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
11:31 Stêrk TV, li ser satalayta DVB-S2 dest bi weşanê kir
11:18 Tevî qedexeya derketina derve jî ji bo mafên xwe derketin derve
11:13 CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin
11:04 KCD'ê bi 3 zimanan 1'ê Gulanê pîroz kir
11:03 Kose li dijî qarantînaya siyasî rêya sêyemîn pêşniyar kir
10:49 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin
10:32 Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin
09:32 Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin
09:31 Di 7 mehan de 320 fezleke derbarê parlamenterên HDP’ê de hatin amadekirin
09:29 Di binçavan de gefa ‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’
09:03 Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze
09:02 3 girtiyên jin di karantînayê de ne: Nîşaneyên şewbê hene, lê test tunene
09:02 Xwîşka Aktaş: Li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye
09:01 Li Hatayê fikare ji bo penaberan
09:01 Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin
09:01 Kamaç: Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye
09:00 Rêwîtiya karkerên demsalî dest pê dike
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
30/04/2020
19:17 Li Tirkiyeyê 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
16:03 Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin
16:02 HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin
15:16 KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e
14:40 Mevlude Haran jiyana xwe ji dest da
14:13 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê risteke civakî ya nû bi zanist û kedê biafirînin
13:36 HDP'a Amedê: Em bi ked aştî, azadî, tendûristî û hevkarîyê cîhaneke nû ava bikin
13:18 Walîtiya Enqereyê: 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin
13:01 Mehmet E. yê ji îstîsmarê hatibû girtin li qawîşê mirî hat dîtin
12:52 TJA: Ji bo jiyanek mirovahî em her derê bikin qada 1'ê Gulanê
12:37 Gunay: Ji her demê bêhtir pêwistiya gelên Tirkiyê bi Ocalan heye
12:00 Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike
11:14 Yenî Şafakê kir hedef, Bîlgen jî berteka ‘îftîra û sextekariye’ da
10:59 HDP: Ji bo jiyanek nû di 1'ê Gulanê de em li her derê ne
10:41 Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
10:30 Piştî Covît-19 li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin
10:09 Girtiyê nexweşîna penceşêrê: Ez diêşim dengê min bibihîzin
09:56 Sekreterê Giştî yê TTB'ê: Pêvajo sistiyê tehamul nake
09:30 Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye
09:19 Banga ji bo karkerên tekstîlê
09:18 Cotkar nizanin wê ji ber berazan çi bikin
09:17 Li Çelê dema çeltûkê dest pê kir
09:16 ‘Careke din agir bi dilê dê û bavê me dixin'
09:16 Di 14 salan de 403 kes bi destê polîsan hatine kuştin
09:15 Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?
09:14 Piştî şewbê tecrîda li ser zarokên girtî girantir bûye
09:14 Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin
09:13 'Tirkiye 21 sal in hiqûqê binpê dike'
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2020'AN
07:32 Nîvê şevê cenazeyê Kardaş ê HPG’yî defin kirin
29/04/2020
21:32 Banga SKM'ê ya ji bo 1'ê Gulanê
19:42 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir
17:50 Nûrî Mehmûd: Tu eleqedariya me bi teqîna li Efrînê tune ye
16:36 Baroya Rihayê: Diyanetê sûc kiriye
16:21 'Dê lêpirsîn li kesên navê Jiyan xedexe kirin bê vekirin?'
16:09 Li Hevraza Kazanci bîranîna qurbaniyên 1’ê Gulanê: Em ê dest ji Meydanê bernedin
15:46 CÎSST’ê giliyên 68 girtîgehan rapor kir
15:25 Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê
15:17 Meşvanên Zînî Wertê: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin
15:07 Rêxistina HDP’ê malbata Hemdan ziyaret kir
14:55 Jinan bertek nîşanî înfazê dan
14:44 Mazlûm Ebdî êrîşa Efrînê şermezar kir
14:35 Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
14:01 Ji bo girtîgehan 3 daxwazên bingehîn
13:24 Parlamentera HDP’ê Guzel vîrûsa li girtîgehan ji Wezîrê Dadê pirsî
13:00 Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir
12:49 Li Tatosê bi dehan kes rakirin nexweşxanê
12:44 Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin
11:59 2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin
11:57 HDP: Divê ji bo Birêz Ocalan şert û mercên azad û ewle bên afirandin
11:42 DÎSA-DER bertek nîşanî qedexekirina navê Jiyan da
11:27 Rûpoş tenê gihişt 8 milyon welatîyî
11:19 Biryara neşopandinê ji bo şermezarkirina ‘Kaniya Aştiyê’ hat dayîn
10:53 Rojnameger Orûç ê girtî: Em bi ava cemidî serê xwe dişûn
10:51 Ocalan ji bo hemû kurdan peyam şand
10:36 Berhemên xwezayî yên Qersê li Enqereyê ne
10:12 Şêniyên Zînî Wertê: Em destûr nedin birakujiyê
09:24 Ulug: Pûtîn ji bajarên mezin bêzar e
09:21 Bîra Sûrê ya hatiye tunekirin xêz dike
09:20 Karkerên Înşeatê bê maske dişixulin
09:20 Pêşmergeyê PDK'ê yê berê: Em pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin
09:18 Di rojên coronayê û krîza aborî de rewşa weşanxaneyan
09:17 Şaredariya Qersê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û benda badan
09:17 Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?
09:16 Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin
09:15 ‘Mexdûrên veşarî’ yên şewbê zarokên in
09:15 Dest bi çandiniya şitlan hat kirin