NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ'ê êrîşî artêşa Iraqê kir û di êrîşê de 2 leşker mirin.
Êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî artêşa Iraqê dewam dikin. DAIŞ'iyan vê carê li gundê Bîrmehdî yê navçeya Dubîz a Kerkukê êrîşî leşkeran kirin. Hat diyar kirin ku di êrîşê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de, li Hewîcê jî DAIŞ'iyan êrîş kir. Hat dest nîşan kirin ku 3 DAIŞ'ê di vê êrîşê de hatin kuştin.