AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, diyar kir ku êrîşa li dijî goran binpêkirina mafê definkirinê ye.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê derbarê kiryar û pêkanînên desthilatdariya AKP û MHP’ê ya li dijî gorên kesên di têkoşîna azadiya gelê kurde jiyana xwe ji dest dayîn daxuyanî da.
Di daxuyaniyê ev tişt hate diyarkirin:
“Şikandina kêlên goran û goristanan êşeke mezin dide xizmên kesên mirî û ev jî êşkence ye. Ji bo ku kêl û goristan neyên hilweşandin, xizmên miriyan êdî li goristanan nobetê digirin.
Dema em qanûnên hiqûqî yên navneteweyî esas bigirin, êrîşên li dijî goran tê wateya heqaretê û sûcê li dijî goristanan. Di xala 3’emîn a Peymannameya Cenevreyê de ya ku Tirkiyeyê jî qebûl kiriye, tê gotin divê nirxên maddî û manewî kesên piştî şerê çekdarî were parastin. Li gorî peymannameyên navneteweyî divê dewlet nirxên manewî kesên mirî biparêze û li hemberî miriyan bi hurmet be.”
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan bang li dozger û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê kir ku bila peywira xwe bi cih bînin.