Li Pulumurê peyama 'Em ê cardin salên 90'î bidin jiyîn'

  • rojane
  • 09:00 10 Gulan 2020
  • |
img

DERSÎM – Parlementerê HDP’ê Alican Onlu der barê nivîsên ku li Pulumurê li quntarên çiyayan hatine nivîsîn de diyar kir ku propagandaya wê ya ku ji aliyê walitiyê hatiye kirin nîşan dide ku destpêkirina pêvajoyekê ye û got: “Ev rewş dibe cihê fikaran, peyameke cidî ye ku dibêjin ‘em ê cardin salên 90’î bidin jiyîn.'"      

Li bajarên kurdan, piştî darbeya eskerî ya 1980'yî û salên 90'î cardin li quntarên çiyayên herêmê nivîsên wekî "Axirê ez tirk im", "Pêşî welat", "Ey tirko pesnê xwe bide, bixebite, bawer bike" tên nivîsandin. Ev nivîsên ku li dijî kurdan wekî argumanên şer û derûniyî dihatin nirxandin, heya sala 2005'an jî hebûn, lê belê piştî bertek û nerazîbûnan di sala 2010'an de hêdî hêdî hatibûn rakirin. Lê niha li quntarên çiyayê Pulumur a Dersimê nivîsên bi vî rengî cardin hatine nivîsandin. Eskeran dîmenên nivîsên wekî "Axirê ez tirk im" ji hewayê girtine û weşandine. Her wiha Waliyê Dersimê Tûncay Sonel jî heman wêne li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parve kiriye. 
 
Parlementerê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu, bertek nîşanî vê yekê da û nivîsên navbirî nirxandin.      
 
WATEYA NIVÎSÊ ÇI YE?
 
Onlu, anî ziman ku ji berê de li ser çiyayan nivîsên wisa nîjadperest û yekperestî tên nivîsandin û got: “Di salên 90’î de ev tişt hatin kirin. Niha jî dubare dikin. Wateya nivîsa 'Axirê ez tirk im' çi ye? Yanî ji xeynî tirkbûnê tu ne kêfxweş î, tu tune yî, tu yê teslîm bibî, bimirî û îteet bikî."
 
Onlu, gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû wê van nivîsan jê bibe bibîr xistin û got: "Dema piştî sala 2002'yan behs hatibû ser van nivîsan, wê demê Erdogan Serokê Giştî yê AKP'ê bû. Gotibû, 'Ev gotin yekperest in' ew ê hemûyan jê bibin. Ligel vê ji bo gotinên ku înkarê di xwe de dihewînin yên li ser çiya û zinaran hatibûn nivîsandin, navên kolan û kuçeyan ên bi vî rengî... Ev gotinên wî bibûn cihê hêviyê. Lê paşê me dît ku ev karaktera polîtîkaya AKP'ê ye û bi xwe re politikaya redkarî, yekperestiyê ya ji ên 90 sal berê dijwartir aniye." 
 
POLÎTÎKAYEKE NÛ XISTINE MERÎYETÊ
 
Onlu, destnîşan kir ku polîtîkayeke nû ketiye meriyetê û got, talankirina goristanan, bi kargoyê şandina cenazeyana hemû girêdayî hev in. Onlu, diyar kir ku hêla wê ya herêmî jî amadekariyên xwe dike û got: "Hêla wê ya herêmî çi ye? Te dît min gotibû, êdî AKP tuneye. Hêzên îtifaqê ne. AKP, MHP û Ergenekon her yek lingekî vê ye. Bala xwe bidinê Suleymen Soylû jî ji bo bûyera Pasûra Amedê gotibû ‘hêzên tarî’ ne. Tam pêvajo ber bi başiniyê ve diçû, qanûna înfazê di meclîsê de dihat nîqaşkirin, lê li Pasûrê sivîl hatin kuştin. Kuştina wan ne belesebeb bû. Ev cara duduya ye ku li Pasûrê tiştên wisa pêk tên. Divê di kuştina sivîlan de bê lêkolînkirin ku ka çi qasî tiliya Suleyman Soylû tê de heye. Di pêvajoyeke wisa hesas de tiştekî bi vî rengî helbet dibe cihê fikaran û lêhûrbûnê. Piştî buyerê Soylû daxuyaniyek dabû û gotibû, ‘me talîmat daye waliyên xwe hemûyan, ê ku ev yek kiribe wî zevt bikin û perçeperçe bikin." 
 
Onlu, destnîşan kir ku parvekirina Waliyê Dersimê ya nivîsên bi vî rengî sûcê şerî ye û tê wateya talîmata komkujyê û got: “Tu sifetê Waliyê Dersîmê nemaye. Li çiyayên Pulumurê nivîs nivîsandin û propaganda kirin. Bi vê re pêşî li ber pêvajoyeke nû vekirin. Ev cihê fikaran e û peyameke cidî ku bi vê re dibêjin ‘em ê cardin salên 90’î bidin jiyîn.'"
 
KIRINÊN WALÎ Û SOYLÛ YEK IN 
 
Onlu, bal kişand ser pêkanînên Waliyê Dersimê û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û got, wisa dixuyê bi awayekî koordîneyî hatine kirin.
 
Onlu, bilêv kir ku ziman û şêweya Walî nîşan dide ku li gor talîmatên Soylû tev geriyaye û talîmatên wî pêk aniye û got: "Ev jî nîşan dide ku ev kes bi biryarnameyê nehatiye tayinkirin. Kifş e ku MHP pir xwedî lê derdikeve. Ji xwe ji bo vî waliyî gotibûn 'Tekane kadroya me ye, em ê nehêlin kes daxilî wî bibe.' Bi vê gotinê ev ye aşkere bûbû ji xwe. Her wiha piştî ku Soylû gotibû wê îstifa bike jî lîsteya amîrên mulkî yên girêdayî wî jî belav bûbû. Ev, kontejana wî bi xwe ye. Divê ev hemû bên deşîfrekirin." 

Sernavên din

12/05/2020
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe
11:01 Aktîvîsta TJA'yê Biçimlî spartin axê
10:57 HDK: Êriş li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne
10:46 Beştaş: AKP dê di hilbijartina ewil de winda bike
09:55 Li Stenbolê ‘malbatên xwişk û bira’ zêde dibin
09:47 Şaredarê AKP'î ya Rihayê milkê şaredariyê bi TOKÎ'yê taqas kir
09:47 Parêzeran banga ‘têkoşîna hevpar’ kirin
09:23 Xwestin êrîşî gora Îbrahîm Gokçek bikin
09:20 Li Somayê di 6 salên borî de pergal neguherî
09:19 Başaran: Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê dijhiqûqî ye
09:19 Dayika Şerzan Kurt: Min zen kir ku kurê min ê dawî be
09:18 Bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan: Sînorê tehemilê derbas kirin!
09:17 Projeya RES a li Keleha Rabat û Şelaleya GAP’ê bê avakirin hat qebûlkirin
09:16 'Êrîşên li dijî goristanan konsepta Enqereyê ye'
09:15 'Bindest wê bi piştevaniyê cîhanê xweşik bikin’
09:15 ‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’
09:14 Peyamên Ocalan: Divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê GÛLANA 2020’AN
10/05/2020
19:56 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 786’an
17:21 'Dengê xwe nekin bila millet hişyar nebe'
16:56 'Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye'
16:47 Li taxa ku kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan derket 84’an
16:44 Ji bo paqijkirina depoyên avê dê 4 rojan ava Kobanê qut bikin
16:35 TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê gora Taybet Înan ziyaret kirin
16:24 39 rêxistinên derdor û ekolojiyê: Bi lez şîrketa zêr bigirin
15:02 ‘Dîmenê êrîşa li Nisêbînê qeyda îstîsmara fîzîkî ye'
14:44 Aşkerakirina pêkanînên di cenazeyê Gokçek de ne pekan e
14:23 Kî fermana êrişa li dijî goristanan dide?
13:55 Parêzerê Demîrtaş: Mutalaya dozger kêm e
13:54 ÎHD: Divê ew polis bi cezayekî herî guncav bê cezakirin
13:00 Ji SKM’ê daxuyaniya Roja Dayikan
12:57 Sancar, li malbata zarokê ku polîs bi çekan da ser pişta wî geriya
12:02 Dayika Egîd Îpek: Em dayik destê xwe bidin hev û biçin pêş meclîsê rûnên Êdî Bes e!
11:44 Dayika Gulistan Dokû: Keça xwe dixwazim
11:31 MED TUHAD-FED: Aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin
11:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Îqtîdar polîtîkayên dirû dimeşîne
11:09 HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike
10:52 Kesên astengdar du qat îzolasyonê dijîn
10:37 Eskeran li Hezexê gor perçe perçe kirin
10:11 Malbata zarokê ku polisan bi çekan berî ser pişta wî da axivî
10:02 Gunay: Ez wekî misilmanekî ji ber van êrîşan şerm dikim
09:16 'Em ê mafê xwe berxwedanê bi kar bînin'
09:02 Dr. Erdogan: Di tenduristiyê de astengên zayendparêz pir in
09:01 'Îqtîdar li derve û hundir tevdîrê nagire
09:01 ‘Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî ye'
09:01 Durakoglû: Wê encamên wê giran bin
09:00 Hevberdevka HDK'ê Ûgûrlû: Pêşengên jiyana nû divê jin bin
09:00 Hevserokê Herêma Firatê: Wê pergala me ji bo gelan bibe model
09:00 Li Pulumurê peyama 'Em ê cardin salên 90'î bidin jiyîn'
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2020'AN
09/05/2020
19:52 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 739
16:39 5 cenazên HPG’iyan li morga Meletiyê ne
16:08 Aqûbeta xwendekarên di bin çavan de winda bûn pirsîn
16:04 75 kes li gundê Siyavanê bi şewba Covît-19 ketin
16:03 Ji bo girtiyên nexweş bang kirin
15:24 Keskîn: Di dosyeya Nadira de darizandinek rast nehat kirin
15:16 Xizmên windayan faîlên malbata Fîdancî pirsîn
15:09 'Me dixwest di Roja Dayikan de zarokên me gurzek gul bidin me'
14:40 Onlu: Êrîşa dişibe hişmendiya DAIŞ’ê kê bi plan kir?