Dr. Erdogan: Di tenduristiyê de astengên zayendparêz pir in

  • jin
  • 09:02 10 Gulan 2020
  • |
img
STENBOL - Endama Komîsyona Jina ya ÎTO'yê Încîlay Erdogan, bal kişand ser hiyerarşiya zayendparêz a di qada xizmeta tenduristiyê de û got. "Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jin, rol û pîşeyên wekî nikaribin pêşî li karkeriya nav malê bigirin layiq tên dîtin. Ev jî şideta herî mezin e." 
 
Li gor raporên heyî li seranserê cîhanê ji sedî 70'yê xebatkarên tenduristiyê jin in. Endama Komîsyona Jina ya Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Bijîşk Încîlay Erdogan, têkoşîna jina ya di qada tenduristiyê û zor û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin nirxandin. 
 
Erdogan, anî ziman ku qada xizmeta tenduristiyê ji ji dîrokê heya niha zayendparêz û bi awayekî hiyerarşî ye û got: "Gava em li sedsala 13'an mêze dikin, qada tenduristiyê di destê jina de ye. Lê belê ji sedsala 15'an heya sedsala 17'an bi nêçîra cadûyan gotin 'Ma jin û zanyar be? Hebe tunebe şeytan daxilî nav wan bûye" û bi vî awayî jinên şîfaker hatin kuştin. Paşê qada tenduristiyê ket destê mêran." 
 
Erdogan, anî ziman ku heger mirov di paşeroja qada tenduristiyê nizanibe ne pêkan e ku roja îro fêm bike û got: "Niha hê jî helwesta me jinan a piştevaniyî, aqlê kolektîf, liv û tevgera li gor xwezayê girêdayî kokên me ye. Piştî tiba modern, dewletên pîşesaziyê û endestruyalzmê qada tenduristiyê veguherî tiştekî din. Ên gihan hev jî sermayeya mêran û netew dewlet in." 
 
KEDA JINÊ
 
Erdogan, destnîşan kir ku bijîşkan pir mudaxileyî avakirina netew dewletan û xizmeta tenduristiyê kiriye û got: "Xizmetên tenduristiyê jî wekî qadên din ne dûrî baviksalariyê ye. Li seranserê cîhanê di qada tenduristiyê de keda jinê ji sedî 70 ye. Ev rêje li Tirkiyeyê jî wiha ye. Li Tirkiyeyê ji sedî 45 bijîşk in û ji sedî 90 jî ebe û hemşîre ne. Gava em wekî ekîb lê mêze bikin rêjeya keda jinê pir zêde ye. Di qada xizmeta tenduristiyê keda jinê zêde ye." 
 
ASTENGÊN ZAYENDPARÊZ 
 
Erdogan, anî ziman ku li nexweşxaneyan jî şideta fizîkî, zayendî, derûnî û aborî heye û got: "Bi taybetî jî di mekanîzmayên wekî rêvebirî, biryargirtin û kadameiyê de bi astengên zaynedparêz re rû bi rû dimînin. Di dema şewbê de jî gava em li branşên creahiyî mêze dikin, piranî jî mêr in? Ma ev tiştekî rasthatinî ye? Gava jin li nexweşên cerahiyî û di beşa awarte de mêze dikin û nexweşxaneyan bi rê ve dibin em dibînin ku pirsgirêk pir kêm in. Hebûna me ya jinan a li van qadan zehmet e. Ev qad di bin nîrê feraseta mêrî de ye. Ji ber rolên me yên zayenda civakiyî hin pîşe li ji bo me fesilandine. A herî berbelav jî hemşîretî ye. Li gor feraseta mêrî, ev qada qadeke jinane ye. Hem keda hemşîretiyê kêm tê xistin hem jî roleke civakiyî lê tê barkirin. Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jin, rol û pîşeyên wekî nikaribin pêşî li karkeriya nav malê bigirin layiq tên dîtin. Ev jî şideta herî mezin e." 
 
BARÊ GIRANTIR BÛYE
 
Erdogan, destnîşan kir ku di pêvajoya şewba Covîd-19'yê de barê kedkarên tenduristiyê yên jin pir giran bûye û got: "Jin tenê li nexweşxaneyan li dijî şewbê tênakoşin. Hem karkerên mala xwe ne, hem jî li zarokên xwe mêze dikin. Yanî barê kar pir giran ûye. Di şewbê de heger rihetbûnek çêbûbe baş zanibin ev ji ber keda jinê ye." 
 
Her wiha Erdogan, destnîşan kir ku qada tenduristiyê divê ji hiyerarşiyê xalî bibe û got: "Berî her tiştî divê wekhevîparêz be. Di qada tenduristiyê de jî pêdivî bi demokratîkbûyînê heye." 
 
MA / Semra Tûran

Sernavên din

12/05/2020
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe
11:01 Aktîvîsta TJA'yê Biçimlî spartin axê
10:57 HDK: Êriş li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne
10:46 Beştaş: AKP dê di hilbijartina ewil de winda bike
09:55 Li Stenbolê ‘malbatên xwişk û bira’ zêde dibin
09:47 Şaredarê AKP'î ya Rihayê milkê şaredariyê bi TOKÎ'yê taqas kir
09:47 Parêzeran banga ‘têkoşîna hevpar’ kirin
09:23 Xwestin êrîşî gora Îbrahîm Gokçek bikin
09:20 Li Somayê di 6 salên borî de pergal neguherî
09:19 Başaran: Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê dijhiqûqî ye
09:19 Dayika Şerzan Kurt: Min zen kir ku kurê min ê dawî be
09:18 Bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan: Sînorê tehemilê derbas kirin!
09:17 Projeya RES a li Keleha Rabat û Şelaleya GAP’ê bê avakirin hat qebûlkirin
09:16 'Êrîşên li dijî goristanan konsepta Enqereyê ye'
09:15 'Bindest wê bi piştevaniyê cîhanê xweşik bikin’
09:15 ‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’
09:14 Peyamên Ocalan: Divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê GÛLANA 2020’AN
10/05/2020
19:56 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 786’an
17:21 'Dengê xwe nekin bila millet hişyar nebe'
16:56 'Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye'
16:47 Li taxa ku kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan derket 84’an
16:44 Ji bo paqijkirina depoyên avê dê 4 rojan ava Kobanê qut bikin
16:35 TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê gora Taybet Înan ziyaret kirin
16:24 39 rêxistinên derdor û ekolojiyê: Bi lez şîrketa zêr bigirin
15:02 ‘Dîmenê êrîşa li Nisêbînê qeyda îstîsmara fîzîkî ye'
14:44 Aşkerakirina pêkanînên di cenazeyê Gokçek de ne pekan e
14:23 Kî fermana êrişa li dijî goristanan dide?
13:55 Parêzerê Demîrtaş: Mutalaya dozger kêm e
13:54 ÎHD: Divê ew polis bi cezayekî herî guncav bê cezakirin
13:00 Ji SKM’ê daxuyaniya Roja Dayikan
12:57 Sancar, li malbata zarokê ku polîs bi çekan da ser pişta wî geriya
12:02 Dayika Egîd Îpek: Em dayik destê xwe bidin hev û biçin pêş meclîsê rûnên Êdî Bes e!
11:44 Dayika Gulistan Dokû: Keça xwe dixwazim
11:31 MED TUHAD-FED: Aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin
11:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Îqtîdar polîtîkayên dirû dimeşîne
11:09 HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike
10:52 Kesên astengdar du qat îzolasyonê dijîn
10:37 Eskeran li Hezexê gor perçe perçe kirin
10:11 Malbata zarokê ku polisan bi çekan berî ser pişta wî da axivî
10:02 Gunay: Ez wekî misilmanekî ji ber van êrîşan şerm dikim
09:16 'Em ê mafê xwe berxwedanê bi kar bînin'
09:02 Dr. Erdogan: Di tenduristiyê de astengên zayendparêz pir in
09:01 'Îqtîdar li derve û hundir tevdîrê nagire
09:01 ‘Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî ye'
09:01 Durakoglû: Wê encamên wê giran bin
09:00 Hevberdevka HDK'ê Ûgûrlû: Pêşengên jiyana nû divê jin bin
09:00 Hevserokê Herêma Firatê: Wê pergala me ji bo gelan bibe model
09:00 Li Pulumurê peyama 'Em ê cardin salên 90'î bidin jiyîn'
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2020'AN
09/05/2020
19:52 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 739
16:39 5 cenazên HPG’iyan li morga Meletiyê ne
16:08 Aqûbeta xwendekarên di bin çavan de winda bûn pirsîn
16:04 75 kes li gundê Siyavanê bi şewba Covît-19 ketin
16:03 Ji bo girtiyên nexweş bang kirin
15:24 Keskîn: Di dosyeya Nadira de darizandinek rast nehat kirin
15:16 Xizmên windayan faîlên malbata Fîdancî pirsîn
15:09 'Me dixwest di Roja Dayikan de zarokên me gurzek gul bidin me'
14:40 Onlu: Êrîşa dişibe hişmendiya DAIŞ’ê kê bi plan kir?