Bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan: Sînorê tehemilê derbas kirin!

  • rojane
  • 09:18 11 Gulan 2020
  • |
img

STENBOL – Kesên ji baweriyên cuda, bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan û gotin: “Êrîşên li dijî goristanan faşizme. Di tu baweriyan de êrîşên wiha tuneye. Dest ji pîroziyên mirovan berdin.”

Li bajarên herêmê, êrîşên leşker û polîsan ên li dijî cenaze û gorên kesên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dane dewam dikin. Êrîşên li dijî goran ên di salên derbasbûyî de, di 19’ê Kanûna 2017’an de gihişt asteke cuda. Di dîroka mijara gotinê deye, piştî Goristana Xerzanê ya li çoltera gundê Oleka Jorin a Bedlîsê bi erebeyên kar hat hilweşandin, hestiyên 282 kesên di dîrokên cuda de lê hatibûn definkirin ji gorên wan hatin derxistin û birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Ji van cenazeyan heya roja îro tenê 21 jê teslîmî malbata wan hatin kirin. Malbatên ku cenazeyên xwe defin kirin, rastî gelek zor û zehmetiyan hatin.
 
BI KARGOYÊ CENAZE ŞANDIN 
 
Cenazeyê Agît Îpek ê HPG’î yê di 23’yê Gulan 2017’an de jiyana xwe ji dest da bû, di 10’ê Nîsanê de bi kargoyê ji malbata wî re şandin. Li gel vê yekê, leşkeran li gelek bajaran li malbatan geriyan û ferz li wan kirin ku nivîsên kurdî yên li ser kêlên zarokên xwe jê bibin û kêlên wan bişkînin. Di demên dawî de, goristina li Gundê Orman a navçeya Gever a Colemêrgê, ji sala 2016’an ve 7 care tê hilweşandin. Di heman demê de, di nava mehekê de, goristanên li Wan, Mûş û Farqînê jî hatin rûxandin. 
 
CENAZEYÊ ZULKUF GEZEN REVANDIN 
 
Cenazeyê Zulkuf Gezen ê di 16’ê Adara 2019’an de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 Tekirdagê piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan belav bû dawî li jiyana xwe anî, hatibû revandin û definkirin.
 
Dîsa di dema definkirina cenazeyên Medya Çinar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek û Mahsûm Pamay ên di dema çalakiya greva birçîbûnê de, li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anîbûn de zorî ji bo malbatan hatibû derxistin û destûr nehatibû dayîn ku malbat şîna xwe danin. 
 
CENAZEYÊ GOKÇEK JÎ REVANDIN 
 
Li aliyê din, ji bo merasîma cenazeyê endama Grûp Yorum Helîn Bolek a di roja 288’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû jî destûr nehatibû dayîn, polîsan mudaxileyî girseyê kiribû û gelek kes binçav kiribûn. Tenê destûr hatibû dayîn ku endamên malbatê tevlî definkirina cenaze bibin. Di heman demê de definkirina cenazeyê Mustafa Koçak ê ji bo “darizandinek adîlane” ketibû greva birçîbûnê û di roja 297’an de jiyana xwe ji dest da bû jî, rastî gelek pirsgirêkan hatibû. Dîsa ji bo merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê di roja 323’yemîn a rojiya mirinê de navber da rojiya xwe û du roj şûnde jiyana xwe ji dest da bû jî, destûr nehatibû dayîn. Polîsan mudaxileyî girseyê kiribû û bi dehan kes binçav kiribûn. Polîsan di heman demê de deriyê morga Malacemê ya Gazî bi balyozan şikandibûn û cenazeyê Gokçek revandibûn.
 
6 GORÊN DIN RÛXANDIN 
 
Herî dawî li gundê Hespîst ê navçeya Hexez a Şirnexê, 6 gorên endamên PKK’ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn parçe parçe kiribûn. Leşkerên di 4’ê Nîsanê de, bi maşîneyên zirxî diçin gund, kêlên goran bi balyozan parçe parçe dikin.
 
KOMÎSYONA GELAN Û BAWERIYAN A HDK: REWŞA GEWDEBÛNA FAŞÎZMÊ YE 
 
Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Edîp Aslan, diyar kir ku di nava pêvajoyên dîrokî de, li dijî pîroziyên mirovan gelek êrîş pêk tên û wiha axivî: “Ji ber vê gelek gorên Suryaniyan hatin rûxandin. Îro jî ev êrîş bi awayek cuda hatine mezin kirin. Di bingeha van êrîşan de tenê yek armanc heye. Kesên ol veguherandine siyasî van êrîşan dikin. Li bajarên herêmê êrîşên bi zêde li dijî ceza û goran hene. Ev rewş gewdebûna faşîzmê nîşan dide.”
 
KÎD: EM LI HEMBER PÊKANÎNÊN DIJ MIROVAHÎ BIBIN DENG
 
Endama Kongeya Îslama Demokratîk (KÎD) Medîne Gok jî, anî ziman ku tu mafê tu kesî tuneye ku zilmê bike û bi awayekê dijminatî tevbigere. Gok, bal kişand ser rûxandina goran û wiha axivî: “Di hemû baweriyan de gor û goristan pîrozin. Lê îro bi awayekê bêmaf û bêhiqûq êrîşê goran dikin û dihilweşînin. Ev pêkanînek dij miroviye. Kesên xwedî bi wijdan divê vê yekê qebûl nekin û îtîraz bikin. Ev berpirsiyartiyek hem exlaqî û hem jî olî ye. Kesên zilmê bikin, wê dawiya wan pir xirab be.”
 
DÎAYDER: DIVÊ DIYANET DAXUYANÎ BIDE 
 
Serokê Komeleya Alimên Ol (DIAYDER) a Stenbolê Ekrem Baran jî, dest nîşan kir ku di hemû baweriyan de goristan pîrozin û wiha axivî: “Dema ku mirov jiyana xwe ji dest didin, ol, reng û nîjada wî/wê çi dibe bila bibe, bê gunehe.  Ji ber vê êrîşa li dijî goran di heman demê de êrîşa li dijî mirovahiyê ye û nirxên mirovahiyê ye. Bi taybetî di meha Remezanê de êrîş pir zêde bûn. Bi vê wijdana civakê ya birîn kiribûn, ew birîn hîn kûrtir kirin. Ev êrîş zirarê didin bi hevre jiyankirina kurd û tirkan. Divê diyanet derbarê van êrîşan de daxuyanî bide û ji bo rawestandina êrîşan gav bên avêtin.”
 
DAD: SÎNORÊ TEHEMILAN DERBAS KIRIN
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Saîme Topçû jî, bal kişand ser revandina cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek û êrîşa li dijî Malacemê ya Gazî û wiha got: “Polîsan bi balyozan deriyê  îbadetxaneyê şikandin. Cenaze ji morgê revandin. Kesên xwestin beşdarî merasîma cenaze bibin derp kirin û kirin binçavan. Gelo di kîjan wijdanî û di kîjan olî de ev tê qebûlkirin? Gelo di kîjan exlaqî de ev zilm heye? Em bêrêziya li hemberî mirîyên me û gorên me red dikin. Êrîşa li dijî îbadetxaneya me sînorê edeb, rêz û tehemilan derbas kirin. Ev guneh di stûyê desthilatdariya AKP û MHP’ê deye. Destên xwe ji ser baweriyên me û pîroziyên me bikêşin.”
 
MA / Nacî Kaya
 

Sernavên din

12/05/2020
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe
11:01 Aktîvîsta TJA'yê Biçimlî spartin axê
10:57 HDK: Êriş li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne
10:46 Beştaş: AKP dê di hilbijartina ewil de winda bike
09:55 Li Stenbolê ‘malbatên xwişk û bira’ zêde dibin
09:47 Şaredarê AKP'î ya Rihayê milkê şaredariyê bi TOKÎ'yê taqas kir
09:47 Parêzeran banga ‘têkoşîna hevpar’ kirin
09:23 Xwestin êrîşî gora Îbrahîm Gokçek bikin
09:20 Li Somayê di 6 salên borî de pergal neguherî
09:19 Başaran: Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê dijhiqûqî ye
09:19 Dayika Şerzan Kurt: Min zen kir ku kurê min ê dawî be
09:18 Bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan: Sînorê tehemilê derbas kirin!
09:17 Projeya RES a li Keleha Rabat û Şelaleya GAP’ê bê avakirin hat qebûlkirin
09:16 'Êrîşên li dijî goristanan konsepta Enqereyê ye'
09:15 'Bindest wê bi piştevaniyê cîhanê xweşik bikin’
09:15 ‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’
09:14 Peyamên Ocalan: Divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê GÛLANA 2020’AN
10/05/2020
19:56 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 786’an
17:21 'Dengê xwe nekin bila millet hişyar nebe'
16:56 'Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye'
16:47 Li taxa ku kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan derket 84’an
16:44 Ji bo paqijkirina depoyên avê dê 4 rojan ava Kobanê qut bikin
16:35 TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê gora Taybet Înan ziyaret kirin
16:24 39 rêxistinên derdor û ekolojiyê: Bi lez şîrketa zêr bigirin
15:02 ‘Dîmenê êrîşa li Nisêbînê qeyda îstîsmara fîzîkî ye'
14:44 Aşkerakirina pêkanînên di cenazeyê Gokçek de ne pekan e
14:23 Kî fermana êrişa li dijî goristanan dide?
13:55 Parêzerê Demîrtaş: Mutalaya dozger kêm e
13:54 ÎHD: Divê ew polis bi cezayekî herî guncav bê cezakirin
13:00 Ji SKM’ê daxuyaniya Roja Dayikan
12:57 Sancar, li malbata zarokê ku polîs bi çekan da ser pişta wî geriya
12:02 Dayika Egîd Îpek: Em dayik destê xwe bidin hev û biçin pêş meclîsê rûnên Êdî Bes e!
11:44 Dayika Gulistan Dokû: Keça xwe dixwazim
11:31 MED TUHAD-FED: Aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin
11:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Îqtîdar polîtîkayên dirû dimeşîne
11:09 HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike
10:52 Kesên astengdar du qat îzolasyonê dijîn
10:37 Eskeran li Hezexê gor perçe perçe kirin
10:11 Malbata zarokê ku polisan bi çekan berî ser pişta wî da axivî
10:02 Gunay: Ez wekî misilmanekî ji ber van êrîşan şerm dikim
09:16 'Em ê mafê xwe berxwedanê bi kar bînin'
09:02 Dr. Erdogan: Di tenduristiyê de astengên zayendparêz pir in
09:01 'Îqtîdar li derve û hundir tevdîrê nagire
09:01 ‘Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî ye'
09:01 Durakoglû: Wê encamên wê giran bin
09:00 Hevberdevka HDK'ê Ûgûrlû: Pêşengên jiyana nû divê jin bin
09:00 Hevserokê Herêma Firatê: Wê pergala me ji bo gelan bibe model
09:00 Li Pulumurê peyama 'Em ê cardin salên 90'î bidin jiyîn'
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2020'AN
09/05/2020
19:52 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 739
16:39 5 cenazên HPG’iyan li morga Meletiyê ne
16:08 Aqûbeta xwendekarên di bin çavan de winda bûn pirsîn
16:04 75 kes li gundê Siyavanê bi şewba Covît-19 ketin
16:03 Ji bo girtiyên nexweş bang kirin
15:24 Keskîn: Di dosyeya Nadira de darizandinek rast nehat kirin
15:16 Xizmên windayan faîlên malbata Fîdancî pirsîn
15:09 'Me dixwest di Roja Dayikan de zarokên me gurzek gul bidin me'
14:40 Onlu: Êrîşa dişibe hişmendiya DAIŞ’ê kê bi plan kir?