ENQERE – Li Enqereyê gavên asayîbûnê yên roja ewil hat avêtin û kuçeyên vî bajarî dîsa vegeriyan rojên berê.
Di çarçoveya gavên “asayîbûnê” ya tevîrên li dijî şewba vîrûsa koronayê de berber, kuafor û Navendên Dan û Sitendinê (AVM) îro dest bi kar kirin. Ji ber şewba koronayê AMV ji 19’ê adar ê ve girtî ne û îro carek din deriyên xwe vekirin. Tê gotin ku dê di destpêka meha hezîranê de jî derbasî pergala xebata neçarî bibe.
Yek ji cihên herî qelebalix ên Enqereyê Kizilay e û hêj li AVM li vir venebûne. Tevî ku AVM girtî ne jî însan derketin û kontrolkirina ka AVM vebûye an venebûye kirin.
ESNAF BI GAZINDE NE
Di çarçoveya tevdîran de cihên ewil hatibûn girtin berber û kuafor îro hatin vekirin û dest bi kar kirin. Hin sînordarkirin ji bo berber û kuaforan jî didomin.
Li Kiziliya Enqereyê esnafek ku dikana wî ya berberiyê heye da zanîn ku kelûpelên dê bikar bînin biha bûye û kelûpelên dê tenê carek bikar bînin ji 25 qirûşan derketiye sê lîre û nîvan. Esnaf gazinên xwe anî ziman û got alîkarî ji bo wan nehatiye kirin.
VEGUHERÎ ROJÊN BERÊ
Li kolan û kuçeyên Kizilayê qelebalixiyê xwe carek din da nîşandan û veguherin rojên berê. Her wiha li Enqereyê di trafîkê de jî zêdebûnek heye.