ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 12 Gulan 2020
  • |
img

* Nûnerê Tevna Zarokên di Girtîgehê de ya CÎSST'ê Cansû Şekercî, anî ziman ku ji bo zarokên girtî yên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne bifikar in û got, divê saziyên serbixwe biçin girtîgehan lêkolînê bikin. 

* Wê sibê danişîna doza siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak bê lidarxistin. Dozger di îdianmeyê de xwestiye ku cezayê muebeta giran li Alinak bê birîn. Guler Tûnç, dayika Bêkes ku Alinak di pirtûka xwe de bal kişandiye ser çîroka wî, xwest Alinak bê berdan. 
 
* Li bazara navçeya Ortaklarê ji ber krîza aborî û şewba vîrûsa coronayê fiyetên zebze û fêkiyan gelekî biha bûne. Hem esnaf hem jî welatî ji ber vê bihabûnê bi gilî û gazinc in. 
 
* Warê dîrokî Heskîf piştî di bin avê de ma, warê dîrokî tev winda bû û li şîna wê sergo ma. Nûnerê Hewldana Jiyandina Heskifê Ridvan Ayhan, bang li rayedaran kir ku demek berî demekê çopê kom bikin da ku zindiyên li herêmê ji talûkeyê rizgar bibin. 
 
* Ji Înîsiyatîfa Haberîn Var Mi Farûk Arhan diyar kir ku bi girtina 8 rojnamegerên têkildarî nûçeya cenazeyê endamê MÎT’ê dixwazin rojnamegerên muxalîf çavtirsandî bikin û got: “Îqtîdar dixwaze bi sûcdarkirina rojnamegeran ser sûcê xwe bigire.”
 
* Raportorê Tirkiye yê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Emma Sinclair Webb, têkildarî bêcezakirina polîsan û faîlên diyar diyar kir ku dadgeh naxwazin polîsan wekî bersûc bibînin û naxwazin polîsan darizînin û ceza bikin.
 
* Karkerên kana komirê yên Somayê, diyar kirin ku berê tedbîr nehat girtin û komkujî pêk hat û niha jî tedbîr nayên girtin. Karkeran, anîn ziman ku li gel talûkeyê dibînin jî wê rîskê didin ber çavan û neçar in kar bikin. 
 
* Li Samandagiyê xwendekarê ku 10 sal berê ji ber şîr jehrî bûbû, qereqolê ji bo anketekê gazî wî kiriye û gava çûye qereqolê polîsan ew biriye daristanekê û sîxurtî lê ferz kirine. 
 
* Pisporê Ewlehiya Karî Ozan Kaplan, ji bo karkerên li înşeatan dişixulin û 8-10 kes pev re di konteynerekê de dimînin got, tu wateya navbera civakiyî nemaye û tê wateya "Nesekine, dewam bike." 
 
* Li Nisêbîna Mêrdînê Kendal Şehmûsê ku 7 sal in bi avdaniya erdan debara xwe dike, got: "Em avê ji bîrên ku bi qasî 400 metrî kûr in dikişînin. Em avdaniya kîjan erdî bikin, em mala xwe jî dibirin wir." 
 
* Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê yekîtiya neteweyî de, daxwaza hevpar a gelê kurd e û got: "Ên ji bo vê daxwaza gelê kurd nebin bersivê wê wekî lekeyek reş di nav rûpelê dîrokê de cih bigirin." 
 
* Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd 19) de wê bên şopandin. 
 
* Bi boneya Roja Hemşîreyên Navneteweyî wê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn.
 
* Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, wê li avahiya partiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
 
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, wê Mala Cemê ya Gazî ya Stenbolê ku li wir cezayê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek rastî êrîşa polîsan hat ziyaret bike û daxuyanî bide. (13.00)
 
* Serokwekîlê Koma HDP'ê Hakki Sarûhan Olîç, wê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)

Sernavên din

12/05/2020
12:53 KCD: Em Leyla Qasim û hevalên wê ji bîr nakin
12:45 Rapora SES'ê ya Roja Hemşîreyan
12:04 Kovara Leman bi sernavê "Vahşî Guneydogu" derket
11:42 400 hezar nexweşên vîrûsê yên veşarî di nava me de digerin
11:29 Bertek nîşanî çêkirina JES’ê dan
11:28 Li Edenê rêxistinên pîşeyî yekitiya xwe ava kirin
11:24 'Mûçe niye'
10:54 Îhlalên ku rojnameger Guleş ragihand birin meclîsê
10:45 Xwebûn bi manşeta 'Cejna Ziman Pîroz Be' derket
09:59 ‘‘Îqtîdar dixwaze di doza MÎT'ê de ser sûcê xwe bigire’
09:16 Raportor Webb: Dadgeh naxwazin polîsan darizînin
09:15 Ozturk: Daxwaza hevpar a gelê kurd yekîtî ye
09:15 Salewext avdaniyê dikin
09:10 'Di sektora înşeatê de tevdîrgirtin nepêkan e'
09:09 Ji bo anketê gazî wî kirin, lê 'sîxurtî' lê ferz kirin
09:08 Karkerên Somayê: Berê jî tedbir nehat girtin niha jî nayên girtin
09:08 Dîroka Heskifê çû sergo ma
09:00 Li bazarê kes ji halê heyî neraziye
09:00 Dayika Bêkes: Heger cezayek li Alinak bê birîn, di asasê xwe de ew ceza dê li me bê birîn
09:00 Ji bo zarokên girtî daxwaza 'kontrolkirinê'
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
08:12 33 roj şûnde qerentina rakirin
11/05/2020
21:07 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 841
20:59 Ji girtiyê nexweş Kaya re gotine 'Covîd heye' û wî şandine girtîgehê
16:56 Ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranek
16:42 Rojnamegerê girtî Guleş: Xwarin pir hindik tê dayîn
16:13 Rapora girtîghên Marmarayê: Koron belav dibe, tevdîr kêm in
15:59 Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
15:36 HDP û DBP'ê li Geverê goristana rastî êrîşê hat ziyaret kir
15:35 Kontrolên girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin
15:20 Beriya girtî dest bi rojiya mirinê bikin gavan bavêjin
15:01 Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî bertek nîşanî ‘asayîbûnê’ da
14:57 Serlêdanên Xelata Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir
14:35 Gunay: Divê polîsê bi çekê da ser pişta zarok bê girtin
14:15 Li Sûrê pîrozbahiya Roja Dayikan
14:04 Kuaforên dest bi xebatek zêde kirin bi fikarin
13:53 Kaya: Ne li Corona ne jî li cejn, remezan û Roja Dayikan guhdar dikin û êrîş dikin.
13:51 Enqere vegeriya rojên xwe yên berê
13:51 Karkerên demsalî di çapameniya Cîhanê de ne
13:17 Girtiyê nexweşê şizofren çima nayê berdan?
13:16 Tundiya polîsan a li Nisêbînê birin rojeva Meclîsê
11:04 Hemû jiyana wan di konekî 20 metrekare de derbas dibe
11:01 Aktîvîsta TJA'yê Biçimlî spartin axê
10:57 HDK: Êriş li dijî mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne
10:46 Beştaş: AKP dê di hilbijartina ewil de winda bike
09:55 Li Stenbolê ‘malbatên xwişk û bira’ zêde dibin
09:47 Şaredarê AKP'î ya Rihayê milkê şaredariyê bi TOKÎ'yê taqas kir
09:47 Parêzeran banga ‘têkoşîna hevpar’ kirin
09:23 Xwestin êrîşî gora Îbrahîm Gokçek bikin
09:20 Li Somayê di 6 salên borî de pergal neguherî
09:19 Başaran: Hevdîtina bi telefonê ya li dozgeriyê dijhiqûqî ye
09:19 Dayika Şerzan Kurt: Min zen kir ku kurê min ê dawî be
09:18 Bertek nîşanî êrîşên li dijî cenaze û goristanan dan: Sînorê tehemilê derbas kirin!
09:17 Projeya RES a li Keleha Rabat û Şelaleya GAP’ê bê avakirin hat qebûlkirin
09:16 'Êrîşên li dijî goristanan konsepta Enqereyê ye'
09:15 'Bindest wê bi piştevaniyê cîhanê xweşik bikin’
09:15 ‘Pêdivî bi polîtîkayek çandiniyê ya nû heye’
09:14 Peyamên Ocalan: Divê hemû kes bi awayekê rexnedayîn nêz bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê GÛLANA 2020’AN
10/05/2020
19:56 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 3 hezar û 786’an
17:21 'Dengê xwe nekin bila millet hişyar nebe'
16:56 'Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye'
16:47 Li taxa ku kiribûn qarantînayê hejmara waqeyan derket 84’an
16:44 Ji bo paqijkirina depoyên avê dê 4 rojan ava Kobanê qut bikin
16:35 TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê gora Taybet Înan ziyaret kirin
16:24 39 rêxistinên derdor û ekolojiyê: Bi lez şîrketa zêr bigirin
15:02 ‘Dîmenê êrîşa li Nisêbînê qeyda îstîsmara fîzîkî ye'
14:44 Aşkerakirina pêkanînên di cenazeyê Gokçek de ne pekan e
14:23 Kî fermana êrişa li dijî goristanan dide?
13:55 Parêzerê Demîrtaş: Mutalaya dozger kêm e
13:54 ÎHD: Divê ew polis bi cezayekî herî guncav bê cezakirin
13:00 Ji SKM’ê daxuyaniya Roja Dayikan
12:57 Sancar, li malbata zarokê ku polîs bi çekan da ser pişta wî geriya
12:02 Dayika Egîd Îpek: Em dayik destê xwe bidin hev û biçin pêş meclîsê rûnên Êdî Bes e!
11:44 Dayika Gulistan Dokû: Keça xwe dixwazim
11:31 MED TUHAD-FED: Aştî û azadiyê diyarî dayikan bikin
11:18 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Îqtîdar polîtîkayên dirû dimeşîne
11:09 HDP: Vekirina AMV'yan dê rîsa şewbê zêdetir bike
10:52 Kesên astengdar du qat îzolasyonê dijîn
10:37 Eskeran li Hezexê gor perçe perçe kirin
10:11 Malbata zarokê ku polisan bi çekan berî ser pişta wî da axivî
10:02 Gunay: Ez wekî misilmanekî ji ber van êrîşan şerm dikim
09:16 'Em ê mafê xwe berxwedanê bi kar bînin'
09:02 Dr. Erdogan: Di tenduristiyê de astengên zayendparêz pir in
09:01 'Îqtîdar li derve û hundir tevdîrê nagire
09:01 ‘Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî ye'
09:01 Durakoglû: Wê encamên wê giran bin
09:00 Hevberdevka HDK'ê Ûgûrlû: Pêşengên jiyana nû divê jin bin
09:00 Hevserokê Herêma Firatê: Wê pergala me ji bo gelan bibe model
09:00 Li Pulumurê peyama 'Em ê cardin salên 90'î bidin jiyîn'
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2020'AN
09/05/2020
19:52 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 739
16:39 5 cenazên HPG’iyan li morga Meletiyê ne
16:08 Aqûbeta xwendekarên di bin çavan de winda bûn pirsîn
16:04 75 kes li gundê Siyavanê bi şewba Covît-19 ketin
16:03 Ji bo girtiyên nexweş bang kirin
15:24 Keskîn: Di dosyeya Nadira de darizandinek rast nehat kirin
15:16 Xizmên windayan faîlên malbata Fîdancî pirsîn
15:09 'Me dixwest di Roja Dayikan de zarokên me gurzek gul bidin me'
14:40 Onlu: Êrîşa dişibe hişmendiya DAIŞ’ê kê bi plan kir?