AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî têkildarî 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de bernameya xwe diyar kir û got: “Em bi çalakîyên online yên wekî konser û panelên li ser ziman, edebîyat, folklora kurdî û tifaqa kurdan pêşwazîyê li cejna kurdî dikin.”
Tora Ziman û Çanda Kurdî der barê bernameya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de bi nivîskî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Roja Cejna Zimanê Kurd li hemû dildar û evîndarên zimanê kurdî, li hemû kurdîperweran pîroz be û wiha hat gotin: “Em îsal di mercên awarte da cejna zimanê kurdî pêşwazî dikin, di van rojên koronayê da em nikarin zêde ji mala xwe derkevin, li gel vê yekê jî di ser medyaya civakî ra em dikarin dengê xwe bigihînin hev û bi çalakîyên online yên wekî konser û panelên li ser ziman, edebîyat, folklora kurdî û tifaqa kurdan pêşwazîyê li cejna kurdî dikin. Em jî wekî Tora Ziman û Çanda Kurdî vê yekê bikin û bi çalakîyên cur bi cur Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin.”
‘DIVÊ EM KURD LI SER REWŞA XWE BIHIZIRIN’
Tora Ziman û Çanda Kurdî bal kişand ser vîrusa coronayê jî û got: “Nexweşîyê kir ku em wekî mirovahî kumê xwe daynin ber xwe û li ser rewşa xwe bihizirin,di van rojan da em kurd jî divê kumê xwe bidin ber xwe û li ser rewşa xwe, reftar û helwesta xwe ya li hemberî zimanê xwe kûr û dûr bifikirin, rewşa xwe binirxînin û ji bo guhartina vê rewşê hinek biryaran bigirin. Ev ziman beyta Feqî ye, hubra Xanî ye, xezel û helbesta Melayê Cizîrî, dîrok û helbesta Mestûre Kurdistanî, deng û awaza Hesen Zîrek, Meyremxan, Mihemed Şêxo û Mihemed Arifê Cizrawî ye. Xanî “Safî şemirand, vexwarî durdî manendê durrê lîsanê kurdî”, bi vî zimanî dubeytîyên xwe ristine Baba Tahirê Hemedanî, bi vî zimanî hest û ramanên xwe derbirîne Pîremêrd, Gîw Mukrîyanî, Qedrîcan, Osman Sebrî, Ebdûla Goran, Qanatê Kurdo, Mîr Celadet Bedirxanî.”
‘GELÊ KURD DIKARE BI HÊZA XWE HEMÛ QEYDAN’
Tora Ziman û Çanda Kurdî di berdewamiya daxuniyê de ev tişt gotin: “Ev ziman ji dê û bav û ji dapîr û bapîrên me, ji me ra diyarî maye. Wan bi hezaran salan zimanê kurdî di dil û hinavên xwe da xweyî kiriye, dengbêjan di sînga xwe da parastine, seydayên me li medreseyan gelek berhem dane û ew berhem li ser xetan wekî destnivîs heta roja îro hatine. Îcar, heke di vê serdema agahî, ragihandin û teknoloîyê da em îro nekarin vî zimanî ji zarokên xwe ra, ji nevî û nevîçirkên xwe ra wekî diyarî bihêlin, ew şerma me ye. Rast e, dagirkeran çand û zimanê me qedexe kirine, hê jî mirov ji ber ku bi kurdî dipeyivin, tûşî zilm û zordarîyeka bêpîvan tên, li hin cihan mirov ji ber kurdî têne kuştin. Hê jî li du parçeyên welatê me zimanê kurdî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin, hê jî destûr nayê dayîn ku zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê, zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibin. Bi rê û rêbazên cur bi cur kurdî li ber çavên kurdan tê reşkirin, bi her awayî rê li ber kurdî tê girtin, li gel van mercên giran jî em wekî Tora Ziman û Çanda Kurdî wisa bawer dikin ku gelê kurd bi hêza xwe, bi hevgirtina xwe, bi têkoşîna xwe ya sivîl û demokratîk dikare hemû qeyd û bendan bişikîne û zimanê xwe biparêze û geştir bike.”
‘BILA HEVGIRTINA ME LI SER ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ BE’
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Zimanê me stêrka geş a li esmanê welatê me ye. Zarokên ku bi zimanê dê û bavê me, bi zimanê dapîr û bapîrên me nezanin ne li ser esl û binyada xwe ne. Lewma jî roj roja parastina zimanî ye. Bila hevgirtina me li ser çand û zimanê kurdî, têkoşîna me ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî be. Em di van rojên teng da bi rê û rêbazên cur bi cur cejna hev pîroz bikin û hişmendî û hişyarîya çand û zimanî di nav gel de xurt bikin. Pîroz û bimbarek be Cejna Zimanê Kurdî. Giyanê pak ên cangorîyên ku ji bo parastin û pêşvebirina vî zimanî ked dane, her şad û bextewar be.”
Bernameya Tora Ziman û Çanda Kurdî ya Cejna Zimanê Kurdî ya 13 – 17ê Gulana 2020an wiha ye:
"13ê Gulanê (Çarşem)
Konser
Beşdar: Koma Ma
Saet: 15.00
Platform: Hesabê Instagramê yê Ma Music Centerê
Hevpeyvîn
Mijar: Jîyan û Berhemên Baba Tahirê Hemedanî
Axiver: Prof. dr Qedrî Yildirim
Moderator: Samî Tan
Saet: 21.00
Platform: Hesabê Instagramê yê Tora Ziman û Çanda Kurdî
14ê Gulanê (Pêncşem)
Hevpeyvîn
Mijar: Zaravayên Kurdî
Axiver: Jîyar Cehanferd
Moderator: Evîn Durre
Saet: 21.30
Platform: Hesabê Twitterê yê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Hevpeyvîn
Mijar: Jin û Ziman
Axiver: Netîce Altun, Mizgîn Tahir û Ayşe Gokkan
Moderator: Devrîm Demîr
Saet: 21.00
Platform: Hesabê Instagramê yê Komeleya Rosayê
15ê Gulanê (În)
Hevpeyvîn
Mijar: Di Cejna Zimanê Kurdî da; Ziman, Çand û Tifaqa Kurdan
Axiver: Sînemxan Bedirxan, Ferda Cemîloglu, Kendal Nezan, Zana Farqînî
Moderator: Cevahîr Sadak
Saet: 14.00
Platform: Televîzyonên Kurdî
Hevpeyvîn
Mijar: Folklor, Ziman û Zargotin
Axiver: Prof. dr Celîlê Celîl (Serokê Enstîtuya Kurdzanîyê- Vîyana)
Moderator: Zeyneb Yaş
Saet: 21.00
Platform: Hesabê Instagramê yê Weqfa Mezopotamyayê
16ê Gulanê (Şemî)
Xoşebere
Babete: Awanbîyayîşê Vateyî – Seba Kirmanckîye Rol û Muhîmîya Vateyî
Qisêkerdox: Îhsan Espar
Moderator: Denîz Gunduz
Saet: 16.30
Platform: Hesabê Instagramî yê Weqfa Mezopotamya
Hevpeyvîn
Mijar: Rewşa Zimanî li Rojhilatê Kurdistanê
Axiver: Prof. dr Abbas Valî
Moderator: Mîkaîl Bilbil
Saet: 21.00
Platform: Hesaba Instagramê yê Weqfa Mezopotamyayê
17ê Gulanê (Yekşem)
Hevpeyvîn
Mijar: Weşangerîya ji bo zarok û nûciwanan
Axiver: Ulku Bîngol, Mem Bawer
Moderator: Bawer Berşev
Saet: 21.00
Platform: Hesabê Instagramê yê Tora Ziman û Çanda Kurdî
Hevpeyvîn
Mijar: Ziman û Perwerdehî li Başûrê Kurdistanê
Axiver: Prof. dr Evdilwehab Xalid Mûsa (Rektorê Zanîngeha Newrozê)
Moderator: Mîkaîl Bilbil
Saet: 22:00
Platform: Hesabê Instagramê yê Weqfa Mezopotamyayê
Hesabên medyaya civakî
Instagram
Tora Ziman û Çanda Kurdî – @torazimanucand
Weqfa Mezopotamyayê – @weqfa_mezopotamyaye
Komeleya Rosayê – @rosakadindernegi
Ma Music Center – @mamusicenter
Twitter
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – @EnstituyaKurdi”