Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne

img

MANÎSA - Sekreterê Rêxistinbûyînê yê Bagimsiz Maden Îşçîlerî Kamîl kartal, piştî Komkujiya Somayê li ocaxan hilberîna mekanîzasyonî dest pê kiriye û karkerên ku li van ocaxan dişixulin şert û mercên wan girantir bûne û nexweşînên wan ê hilmijînê zêde bûne. 

Di ser Komkujiya Somayê re 6 sal derbas bûn. Di 13'ê Gulana 2014'an de ocaxeke aydê şîrketa Soma Komuruyê hilweşiya bû û 301 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Wê Sendîkaya Bagimsiz Maden Îş, îro ji bo madenvanên ku jiyana xwe ji dest dane li Somayê li ber bîrddariya mandevana daxuyaniyekê bide. 
 
Sekreterê Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Bagimsiz Maden Îşçîlerî Kamîl Kartal, tiştên 6 sal in li van madenan diqewimin nirxandin. 
 
EWLEHIYA KARÎ TUNEYE 
 
Kartal, diyar kir ku piştî komujiyê di çaçroveya tevdîrgirtinan de der barê tenduristiya kar û ewlehya kar de qanûnek hatiye çêkirin, lê belê pêk nehatiye. Kartal, anî ziman ku piştî komkujiyê tenê gaveke erênî hatiye avêtin, ew jî heqedest hatiye zêdekirin. Kartal, got: "Gotin, gerek heqdesta kesên di bin erdê de dişixulin ne di biniya du meaşê asgarî kêm de bin. Her wiha ji kesên di madenê de jiyana xwe ji dest dane, ji malbata wan kesek li karê cemaweriyê hatiye bicihkirin." 
 
Kartal, bibrî xist ku kesên ji şîrketa Soma Komurê hatine derxistin û teqawid bûne ji bo tazmînata xwe 5 salan li ber xwe dane û got: "Dozên wan ên tazmînatê hebûn. Doz bi dawî bûn û Kargehên Komirê yên Tirkiyeyê (TKÎ) tazmînat da gelek eksan. Tazmînata karkerên ji Ocaxa Komirê ya Eynezê hatibûn derxistin hatin dayîn. Lê belê hê jî tazmînata hezar û 500 kesên ji şîrketa Soma Komirê hatin derxistin an jî teqawid bûne nehatiye dayîn. Me hevdîtin bi rayedaran re çêkir. Wan jî got, wê vê pirsgirêkê bi qanûnekê hel bikin lê hê jî qanûneke bi vî rengî nehatiye çêkirin." 
 
NEXWEŞÎN ZÊDE DIBIN 
 
Kartal, da zanîn ku li madenên Somayê hilberîn jî guheriye û got, ji dêvla awayê derxistina komirê yê berê, li madenên mezin niha pêvajoya mekanîzasyonê dest pê kiriye. Kartal ku got "Bi vî awayî hilberîn zêde dibe, qezenc zêde dibe û şert û mercên karkeran giranri dibin" destnîşan kir ku di 4 salên dawî e di nav karkeran de nexweşîna kezebê û hilmijînê zêdetir bûne. Kartal, got: "Çimkî mekanîzasyon dike ku hê bêtir bi tozê re rû bi rû bimînin." 
 
200 KARKER BI ŞEWBÊ KETINE 
 
Kartal, anî ziman ku di dema şewbê de jî karê li madena nehatiye sekinandin û got, ji bo li madenan tevdîr bên girtin me saziyên eleqedar hişyar kirin. Kartal, diyar kir ku lê belê tevdîr baş nehatine girtin û got: "Ji ber vê zêdetirî 200 karker bi şewba vîrûsê ketine. Li Somayê berbelavbûna şewbê tê wateya ku wê li Bergama, Savaştepe, Kirkagaç û Akhîsarê bibe pirsgirêkek mezin. Çimkî piraniya malbatên karkeran karên çandiniyê jî dikin û gava malbata wan pê bikeve wê li seranserê herêmê jî belav bibe. Loma em bang li Wezareta Tenduristiyê dikin ku karkerên madenê hemû bên testkirin. Em dixwazin li qadên pir ne mecbûrî destûra biheq bê dayîn û li yên mecbûrî jî tevdîr baş bên girtin." 
 
MA / Sevda Aydin

Sernavên din

15/05/2020
09:28 Fîlmekî nû yê Alî Kemal Çinar: Dilop
09:18 OHD: Ji bo ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewceye serlêdanên navnetewî bên kirin
09:18 Erdogan, mirovê teqawidbûyî daye ber îcrayê
09:17 Mamosteyê kurdî ê li Japonyayê: Hêviyê ji tu dewlet û pergalan nekin
09:16 Li dijî şidetê jiyana hevpar a azad
09:15 Gokkan: Ê ku xwe nede ber yekîtiyê wê bêîtibar bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
08:00 Qeyûm tayînî Şaredariyên îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kirin
14/05/2020
23:05 Bernameya 'Zaravayên Kurdî' li dar xistin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar derbas kir
16:12 Li ser xeta Serêkaniyê û Tilxelef teqîn pêk hat
16:02 Kesên birûpoş: Em ê şevekê bên taxa Gazî hesap ji we bipirsin
15:55 Li Qelqeliyê êrîşî wesayîta şaredariyê kirin: 2 kes mirin û kesek jî birÎndar bû
15:27 Rêxistinên pîşeyî: Ji bo rawestandina vê hewlê em ê bixebitin
15:25 Başaran: Yê bi dijminantiya jinan û Kurdan welat perçe dike îqtîdar bi xwe ye
15:24 Alinak: Ji ber nêrînên xwe hatim darizandin
14:22 Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir
14:15 Polîsan xwest Gulistan Atasoy bêdeng bikin
13:53 Malbata Ceylan: Ne întîhare, kuştin e
12:22 TJA: Emê têkoşîna azadkirina hemû zimanan bi rêve bibin
12:11 Cenazeyê Duran defin kirin: Wezîr 2 sal berê gotibû 'hat kuştin'
12:00 Platforma Zimanê Kurdî: Têkçûna zimanê me têkçûna netewa me ye
11:37 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê 4 esker hatin kuştin
11:25 Şûştina cenazeyan asteng kirin
11:11 Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne
10:36 Li dijî asîmlasiyonê rêya herî bibandor: Axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye
10:18 Piştî Nisêbînê li Bismilê jî tundî li zarokekî hat kirin
09:34 Dîmen nehatibûna parvekirin dê dest polîsan nedabûna
09:33 Kerestecîoglû: Tundiya li dijî jinên em ê rawestînin
09:32 Piştî 25 salan dîsa heman ambargo
09:32 Karadag: Hikumet dixwaze baroyên xwe ava bike
09:31 Dahata me keda me ye
09:30 Ne cotkar ne karker ji rewşa heyî nerazîne
09:17 Nivîskarê Kurd Varli: Li her qadên jiyanê kurdî
09:16 Saziyên Ziman ên Kurdî kampanyaya alfabeya kurdî didin destpêkirin
09:15 Ji bo kurdî pêşniyara 'kampanyayeke civakî'
09:10 Bijîşk Torûn: Dibe ku pêla duyemîn piştî cejnê dest pê bike
09:09 Li quntarên Çiyayê Erekê amadekariyên zivistanê
09:09 ‘Gotin ên Omer in, lê emel ên Yezîd in'
09:00 Osmanagaoglû: Hêzên paramîlîter ketine dewrê
09:00 'Ziman nasname ye, nasnameya xwe winda nekin'
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN
08:12 14 kesên li Enqereye hatin binçavkirin serbest hatin berdan
13/05/2020
23:32 Behsa Baba Tahirê Uryan û dubeytiyên wî kirin
19:33 Li Tirkiyeyê hejmara miriyan bû 3 hezar û 952
16:43 Ma Muzîkê konser da
16:22 Bi solan kêfa zarokan anîn
15:46 ‘Em bi zimanê xwe hene’
15:46 Giliyê Serokê Diyanetê û Serdozgerê Komare yê Enqereyê kirin
15:32 Birayên ku tundiyê li jinekê kiribûn hatin girtin
15:16 Ragihandina birîna ceyranê pêşiya PTT’an têje kir
15:06 301 karkerên kana komirê li ser gorên xwe hatin bibîr anîn
14:54 301 qûrbanî hatin bibîranîn: Çerx dizivire û karker dimirin
14:46 Li sêgoşeye Lîcê, Pasûr û Dara Hênê operasyon
14:28 CÎSST: Ji 72 girtîgehan giliyê binpêkirina mafan hat
14:03 Li dijî êrişên goristanan nerazîbûn: Bêdengî erêkirin e
14:00 Mahmût Alinak hat berdan
13:48 Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyeyê ne
13:38 Jinan hişyar kir: Em destûr nadin ‘Efûya îstîsmarê'
13:36 Piştî serî li qereqolê da sê roj şûn de daliqandî hat dîtin
13:07 Li Serayê gundek xistin qerantinayê
12:15 Koordînasyona Qeyranê ya Covît-19: Li girtîgehan îzolasyon veguheriye tecrîdê
12:11 KESK: Zû yan jî dereng em ê hesabê Somayê bipirsin
11:33 Vê carê jî roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
11:32 Dosyaya Kadîrova: Angaşta întîharê heye, lê rapora ATK’ê tuneye
11:08 Girtiyê nexweşê şîzofren hat berdan
11:06 Serokê TMMOB'ê: Hewldanên AKP'ê li dijî Destûra Bingehîn e
11:04 Gulum: Êriş û gef ji navendekê tên birêvebirin
10:28 HDP: Bi sererastkirina înfazê pêşî li faîlên Somayê vebû
10:10 Uyanik: Me li Amedê piştgirî da 10 hezar malbatan
10:08 Li Turkoglû bergirî tuneye, provokasyon heye
09:48 ‘Ev nêzîkatî ji Destûra Bingehîn a Cunta wêdetir e'
09:39 ‘Ne tenê rojek 365 rojan li ser kurdî bisekinin’
09:16 Zimanzan Alpay: Tu ziman ne di ser tu zimanî re ye
09:15 Li Somayê bedêla 'mirina her mirovekî' 6 roj cezayê girtîgehê ye!
09:14 Biryara ji bo JES'ê dijî hiqûqê ye
09:13 Li madenê şert û merc giran bûne, nexweşîn zêde bûne
09:11 Zevî bi rengê kesk û sor û zer xemilîne
09:10 Nivîskar Robar: Em ne ziman, ne ruh, ne jî bedenê bikujin
09:09 'Gardiyan li qawîşan bê lepik dest didin her derî'
09:08 Gunay: Îqtidar 'zirxê bêcezatiyê' dide polîsan
09:00 ROJEVA 13'YÊ GULANA 2020'AN
12/05/2020
20:08 53 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:00 Bernameya 15'ê Gulanê ya Tora Çand û Zimanê Kurdî diyar bû
17:21 Ji Rêxistinên Mêrdînê bertekên hevpar: Destê xwe nedin zarokên me
16:35 Bijîşkek din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
16:29 ‘Bêcezatî ji bo xwe kirine kevneşopiyek'
16:06 Şandeya DBP û HDP’ê li Tetwanê çû serdana goristanê
15:54 Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener
15:31 Beştaş: Dewleta ku êrîşê tîne ser goristanan têk çûye
15:20 Buldan Cemxaneya Gazî ziyaret kir: Divê îqtîdar lêborînê ji elewiyan bixwaze
15:07 Walîtiya Enqereyê bîranîna Komkujiya Somayê qedexe kir
14:52 Li Bajarê Kurdan çima cezayê vîrûsa corona zêde ye
14:26 6 Girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin dev ji greva birçîbûnê berdan
14:13 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
13:51 Bang li Gerînendeyê Giştî yê Evrenselê Polat kirin ku îfade bide
13:49 Gef li HDP’iyan xwar û bêyî ku hesab bide çû
13:30 Girêdayî pevçûna çekdarî 14 kes hatin binçavkirin
13:05 Aktivîsta TJA'yê Newal jiyana xwe ji dest da
13:00 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin