NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 58 kesên din jî ji ber şewba coronayê jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha mirine bû 3 hezar û 952.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.
Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 639 kesên din jî bi şewbê ketine û 58 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 143 hezar û 114 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 3 hezar û 952.
Her wiha heya niha 101 hezar û 715 kes jî baş bûne.