WAN – Li navçeya Qelqeliyê li dijî wesayîta şaredariyê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encama êrîşê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li taxa Memedala a navçeya Qelqeliyê ya Wanê, li dijî wesayîta şaredariyê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di wesayîta ku xebatkarên Koma Piştgiriyê ya Vefayê têdebûn de xebatkarê Şaredariya Qelqeliyê Yildirim Demîr û kesekî ku navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan û xebatkarê şaredariyê Taner Temîzer jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku piştî êrîşê li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.