'Guh bidin vê Hawarê'

  • rojane
  • 11:03 15 Gulan 2020
  • |
img
AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 15'ê Gulanê peyamek şand û bang li hikûmeta Tirkiye kir ku li gorî peymanên gerdûnî gav bavêje û astengiyên li pêş ziman rake. KCD'ê bi gotina Celadet Elî Bedirxan a "Hawar dengê zanînê ye, Zanîn xwenasîn e, Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike, Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin, Hawara me berî her tistî heyîna zimanê me dê bide naskirin, Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e." bal kişand ser girîngiya ziman û xwest her kes guh bide Hawara Celadet. 
 
Kovara Hawarê di 15'ê Gulanê de dest bi weşana kurdî kir û bingeha alfebeya Kurdî ya bi tîpên latîenî danî. Piştî Kovara Hawarê pêngavek nû dest pê kir, rêxistinên Kurdan di 2006'an de, 15'ê Gulanê Roja Cejna Ziman îlan kirin û her sal pîroz dikin. Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) peyamek weşand û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. 
 
KCD'ê ewil bal kişand ser gotina Celadet Elî Bedirxan a Hêjmara 1'emîn a Kovara Hawarê ya "Hawar dengê zanînê ye, Zanîn xwenasîn e, Xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike, Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin, Hawara me berî her tistî heyîna zimanê me dê bide naskirin, Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e." û xwest her kes li ziman xwedî derkevin. 
 
KCD'ê anî ziman ku 88 sal berê Celadet Elî Bedirxan Hawar kiribû û wiha got: "Ev hewar ne tenê li xwe û li derdora xwe heman wextê li dost û dijminên xwe jî hatibû kirin. Kovara Hawarê 15’ê Gulana 1932’an de derketiye û heta 15’ê Tebaxa 1943’an 57 hejmar hatine çapkirin. Kovar li paytexta Sûriyê Şamê dest bi weşanê kiriye. Hawar mehê du caran hatiye weşandin. Taybetmendiya Kovara Hawarê ew bû ku cara yekem zimanê Kurdî bi tîpên Latînî dihat xwendin û nivîsîn. Kovara Hawarê, kovarekî polîtîk û wêjeyî bûye. Kovara Hawarê ku di dîroka weşangeriya Kurdî de jî  xwedî cihekî girîng girtiye, Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên kurdî hatine weşandin. Alîkariyeke wê ya din a sereke ji bo zimanê Kurdî çêbûye. Bi vi awayî Hawar bi wêje û mijara zimanî de bûye  stûnek netewbûnê jî. " 
 
'EM BANG LI DAYIKÊN KURD KU MAMOSTEYÊN ZAROKÊN XWE NE DIKIN' 
 
KCD'ê anî ziman nku Kurd ji 2006 an û vir ve ye, 15 ê GULANÊ roja weşana kovara HAWAR’é; wekî CEJNA ZIMANE KURDÎ pîroz dikin û wiha lê zêde kir: "Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006'an de vê rojê weke roja Cejna Zimanê Kurdî pejirand û bi vê mebestê, 15-22 Gulanê wek Hefteya Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk jî Cejna Zimanê Kurdî de, careke din banga xwedîderketina Kurdî bi taybetî li hemû Dayikên Kurd ku yekem mamosteyên zarokên xwe ne dikin.  Dîsa bi vê mebestê bangî hemû gelen xwe dikin ku; guh bidin wê Hawarê. Wê hawara Celadet niha li çar perçeyên Kurdîstanê olan daye, HAWARA ku 88 sal bere hatibû qêrîn gihiştiye cihê xwe , Îroj her çiqas Ziman û zaravayên Kurdî dibin xetera pişaftin û xwepişaftinê de li berxwe didin jî mixabin ev têr nake, lazim e; Nifşên nûh bi her awayî ew qêrîna Hawarê tacîdar bikin. Ew jî bi xwebûnê, li hemberî pişaftkaran mafê xwe yê rewa bikar bînin.Her wiha pişaftin û xwepişaftin jî dişibe Coronayê , bi sedan sale bi pişaftinê dixwazin van zimanên qedîm tunebikin." 
 
QÊRÎNA CELADET HIŞYARIYA YEKÎTIYÊ YE
 
KCD'ê bal kişand ser hawara Celadet û wiha pêde çû: "Xwe ji Coronayê, pişaftin û xwepişaftinê dûr bihêlin. Ew qêrîn û hawara Celadet; niha li Zînê Wertê yekîtiyê , Li Mexmûrê hevgirtinê. Li Qamişlo Zanyariyê. Li dîasporayê dîplomasiyê. Li Hewlêr û Mahabatê piştgirtinê her wiha li hemberî her êrişî hişyarî û ji hevûdu hezkirinê di xwe de dihewîne. Banga me li rayedarên Tirkiyê Ji bo ku perwerdehiya zimanê dayikê bê dayîn, em dixwazin Tirkiye li gorî esasen peymanên navneteweyî yên ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê hatine misogerkirin tevbigere." 
 
ÊDÎ BES E 
 
KCD'ê herî dawî li dijî êrîşan bang kir û wiha got: "Ev komar bi heftê û du milletan hat damezirandin. Lê mixabin li ber çavên Cîhanê, bi 72 balefirên xwe yên şer firandin ser Efrînê ve û wê jî wekî bajarên Bakur re niha her ku diçe ber bi yekzimanî ve dibin û em dibêjin êdî bes e; dev ji vê qirkirina çandî û zimênî berdin da ku dahatuya van milletan bi aştî ,aramî wekhev û serbilind şînbên û bijîn. Rayedarên Cîhanê jî şopdarên qanûn û zagonên xwe, li hember qirkirina spî ya çandî û zimanî divê hişyar û biryardarbin. Divê êdî KURD sedsala 21.de jî ne mecbûrên zimanên desthilatdarên xwe bimînin. Em di şexsê Celadet Elî Bedirxan de hemû Dayikên Kurd, têkoşer, kedkar, dildar û hezkiriyên zimanê Kurdî, yên ku gele Kurd û zimanê Kurdî ji pişaftin, çandkujî, înkar û tunekirinê parastine bi rêzdarî silav dikin. 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya 2020’an li gelê Kurd Pîroz be!" 
 
 

Sernavên din

17/05/2020
20:31 Resmê Covîd-19’ê ya Tirkiyê: Îro 44 kesan jiyana xwe ji dest da
16:51 Jinek li Cizîrê hat kuştin
16:37 Li ser Onlinê kampanya kursên Kurdî dest pê kir
15:58 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman dewam dikin
15:46 Vîrûs ji Stenbolê anî Wanê
15:20 Di 2 mehan de herî kêm 128 karker ji ber şewbê mirin
15:04 Rapora Girtîgehên Wanê: Talûkeya li ser jiyana girtiyan zêde dibe
14:52 Guven: Em bi xwe tedbîrên xwe bigirin
14:42 Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
14:06 Bi guleyan gef li Ayhan Bîlgen xwarin
13:57 Agir bi dexl zadê Mexmûra Jêrîn ket
13:32 Komeleya Ekolojî ya Mêrdînê bertek nîşanî çêkirina RES’ê da
13:32 Şîrket zorê li karkerên bi şewbê ketine dike ku îstîfa bikin
13:00 KCD'ê Kurtay, Anyik, Oner û Zengîn bibîr anîn
12:37 Deriyê Navenda Vegerandina Kocberan li parêzeran girtin
11:34 Koçberiya masiyên Gola Wanê dest pê kir
11:27 Karkerê çandiyê yê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
11:27 ‘Îbrahîm nayê jibîrkirin’
10:41 Endamên OSO li Serêkaniyê 2 sivîl kuşt li Eyn îsa dexil şewitad
10:10 Hevşaredarê Vartînîsê hat girtin
09:46 Çend dîmenên xizaniyê
09:24 Prof. Kurul: Divê Tirkiye bi têgînên ‘terorê’ û ‘terorîst’ re rû bi rû were
09:21 Li Girtîgeha Xarpêtê li girtiyên jin dane
09:12 DYA li dijî Îranê amadekariya şer dike
09:03 Çinîna ceh li Şengalê dest pê kir
09:02 Behsa hevalên xwe yê qawîşê Kûrtay, Zengîn, Anyik û Oner kir
09:01 Êrîşa li ser goristana perçeyek ji feraseta 'bila kurd dayika xwe nebîne' ye
09:01 Kûrtalan: AKP'ê pandemî jî veguherandiye firsendê
09:00 Pîroglû: Em dikarin siyaseta dijminatiyê ya îqtidarê pûç bikin
09:00 Parêzvanên mafên mirovan: Şewb veguherandina tolhilgirtinê
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2020'AN
16/05/2020
20:17 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 96
16:50 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’ên Geliyê Zîlan da
16:25 Delîla suc ku xistin stuyê Hevşaredar aydî eskerê TSK’ê derket
16:11 Li Wanê nexweşên Covît-19 zêde dibin
15:59 ‘Hemû girtiyên nexweş berdin'
15:32 Jinan li Ofîsê Zincîra Xemrî ava kir: Jin Jîyan Azadî
15:07 Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê jî
14:47 Li Îdir û Amedê qeyûm şermezar kirin
14:38 YNK'ê meşa Zînî Wertê asteng kir
14:35 Ji xizmên windayan pêşniyara “komîsyona rûbirûbûnê”
14:20 DEDAŞ'ê dîsa ceyran qut kir û gelek gund bê av man
14:04 Dayikên Şemiyê: Bila gorên her kesî bên dîtin
13:50 Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin
13:29 Ji bo Kaya daxwaza ‘berdana lezgîn’
13:28 'Êrîşa li djiî goristanan hişmendiya Yezîd e'
13:27 Rêya çareseriyê têkoşîna hevpar e
13:03 Zîlan li ber çavê me dipirpirt e!
12:31 Dayik: Sol perçe kirin û dan girtiyan
12:09 Esker li Licê derketin operasyonê
12:06 Tundiya li dijî jin û zarokan zêde bû
12:00 Ne destûr dan bên şûştin, ne jî wesayîta cenaze dan malbatan
11:32 Xwişka Ferhat Kurtay: Her yek ji wan welatek bûn
11:13 Ciwanan dest bi meşa Zînî Wertê kirin
11:03 Çîçek: Ocalan, siyaseta ku hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere pêş dixe
09:44 Ozsoy: Dewlet dixwaze miriyên kurdan ji îmaja siyasî derbixe
09:23 KÎD: Xwedî derketina mafê ziman seknek olî, sincî û mirovî ye
09:02 Ji bo girtiyên nexweş daxwaza 'tedawiya li malê'
09:01 Ên tên perçekirin ne gor in, mirovahî ye
09:01 Nivîsandina weziyeta karkerên çandiniyê bi qasî karê wan zehmet e!
09:00 Ondeş: Bi gotina 'raza dewletê' ser şaşiyan tê girtin
09:00 Cerdevan li Cûdî daristanê talan û wêran dikin
09:00 Li ser navê 'asayîbûnê' piştgiriya ji bo sermayeyê
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2020'AN
15/05/2020
23:48 Celîlê Celîl: Divê kurd dibistana vekin bi navê Hawarê
19:37 Îro hezar û 708 kes bi şewbê ketine
17:16 Xebata Tifaqa Kurdistanê tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:47 Bijîşkekî din bi Covît-19 jiyana xwe ji dest da
16:40 Qeyûm ewil wêneyê Soylu û Erdogan bi dîwarê şaredariyê dakir
16:23 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:15 Adiyaman: Wezareta Tenduristiyê destûrê nade lêkolînên zanistî
16:09 Li her deverê bertek nîşanî qeyûman dan: Roj ne roja bêdengiyê ye
15:58 SES dê li dijî giştînameya SGK'ê dozê veke
15:56 Egîtîm Sen: Bi zimanê xwe bijîn
15:03 Li Xarpêtê gardiyanan li jinên girtî da
15:02 Polîsan bi gaza îsotê êrîşî welatiyan kirin
15:00 TJA: Her netew li ser çand û zimanê xwe mezin dibe
14:24 Karê ewil ê qeyûm Merşa Îstîklalê bû
14:21 Li Geliyê Zîlanê dê carek din talankirin pêk were
14:01 ‘Dewlet li dijî zimanê kurdî darbeyê pêk tîne’
13:06 Li dijî qeyûman bertek zêdene: Asayîbûna Qesrê ev e
13:05 Sancar: Ev îqtîdar darbekar e
12:50 Li dijî vîna hilbijêran darbe: Ji 65 şaredariyan qeyûm tayînî 45 şaredariyan kirin
12:45 DBP: Şaredarî hatin dagirkirin
12:18 Girtiya nexweş Ozbay: Dixwazin em ji mirinan yekê hilbijêrin
12:09 Polîsan li Qelqeliyê 43 kes binçav kirin
11:33 Di fabrîqeyan de 118 karker bi vîrûsa koronayê ketin
11:22 Yekîtiya Jinên Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
11:03 'Guh bidin vê Hawarê'
10:46 DBP: Em hemû qad û jiyana xwe bikin bi kurdî
10:33 Derî û şibake şikandin
10:20 Parlementerên HDP’ê: Yên dibêjin darbe ew bixwe darbekar in
10:20 Ji ber ambargoyê dermankirina nexweşan tê astengkirin
10:16 Dr. Deger: Heta derman neyê dîtin mirov nikare qala asayîbûnê bike
09:57 Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 7'an diyar bû
09:42 Saleka xwe ya bi astengî derbas bû vegotin
09:30 HDP: Cejna Zimanê Kurdî li dijî zextan berxwedan e
09:30 Li Bedlîsê 356 malbatan hev dîtin
09:29 Kampanyaya xwendin, nivîsandin û pêşvebirina kurdî
09:29 AYM'ê serlêdana der barê girtiyê rewşa wî xedar Kaya de red kir