Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn

img

AMED - Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkûrt, da zanîn ku di pêvajoya şewba coronayê de 84 endamên wan hatine sirgûnkirin û got, ji ber ku qezayên trênê, rant û kadrobûyîna bêliyaqat teşhîr kirine endamên wan hatine sirgûnkirin. 

 
Li seranserê Tirkiyeyê 84 endamên Sendîkaya Xebatkarên Veguhêziyê ya Yekbûyî (BTS) hatine sirgûnkirin. Endamên sendîkayê di bin navê "rotasyonê" de hatine sirgûnkirin. Serokê Şaxa BTS'ê ya Amedê Suleyman Bozkûrt, da zanîn ku li bajêr jî 2 endamên wan hatine sirgûnkirin. Bozkûrt, destnîşan kir ku ji ber ku qezayên trênê, rant û kadrobûyîna bêliyaqat teşhîr kirine endamên wan hatine sirgûnkirin.
 
Bozkûrt, diyar kir ku di dema şewba coronayê de karê wan zêdetir bûye û ji bo sirgûnên pêk hatine jî got: "Karê veguhêziyê du qat zêde bû. Di vir de keda xebatkarên me pir e. Lê belê rabûn ew ceza kirin. Diviya xebatkar bihatana xelatkirin lê rabûn ew sirgûn kirin. Di pêvajoyeke wiha de kirin ku kes bertek nîşan nede. Çimkî di pêvajoyeke wiha de destûra daxuyaniyeke çapemeniyê jî nayê dayîn. Di vê pêvajoyê de tişta hatiye kirin keysperestî ye." 
 
SEDEMÊN SIRGÛNÊ 
 
Bozkûrt, bal kişand ser sedemên sirgûnkirina endamên wan jî û got: "Sedema van sirgûnan, ji ber helwesta sendîkaya me ya li dijî kêmasiyên di warê rêhesiniyê de rû didin, helwesta li dijî şaşî û bêliyaqatiyê ye." 
 
Bozkûrt, anî ziman ku rêvebirên saziyê jî tim hewl dane ku dengê sendîkaya wan bitepisînin û got: "Bi van sirgûnan dixwazin rêxistinbûyîna sendîkaya me pasîfîze bikin û helwesta me ya ji bo lêgerîna mafan bitepisînin." 
 
Her wiha Bozkûrt, anî ziman ku berevajî sirgûnan tayinkirinên li gor xwestekê jî hatine kirin û got: "Di saziya me de rêziknameyeke bi navê rotasyonê an jî qanûneke bi vî rengî tuneye. Kesên hatine sirgûnkirin piranî jî hê 2 sal mafê wan hebû ku li cihê lê dişixulin bimînin. Bi taybetî jî tayinkirinên li Midûriyeta Herêmê ya 5'an ji bo vê yekê mînakeke baş e. Hindik mabû Midûrê Gara Xarpêtê teqawid bibûna, lê belê wî şandin Êlihê; Midûrê Gara Amedê jî tayinî şûna wî dikin. Şûna Midûrê Gara Amedê jî vala ye. Endamên me jî sirgûnî Hekîmhanê kirin. Gava em rewşa tenduristiya hevalên xwe jî hesab bikin, wisa xuyaye wê di pêşerojê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimînin." 
 
Bozkûrt, bibîr xist ku sendîkaya wan hêlên veşarî yên qezayên trênê aşkere kiriye û got, qezaya li Çorlû, qezaya trêna sefera Enqere-Konyayê dikir xistie rojevê û ji ber vê bi sirgûnan tê xwestin dengê sendîkaya wan bê tepisandin. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz

Sernavên din

20/05/2020
15:15 Li Nexweşaneya Zarokan a Amedê tundî li jinê kirin
14:58 HDP li dijî qeyûman daket kolanan
14:50 Li dijî qanûna îstismarê çalakiya qurdeleya Xemrî li dar xistin
14:46 EMO bertek nîşanî Bendava Ilisûyê da: Ji xeletiyê vegerin
14:34 Wekîlên jin ên HDP’î xwestin îstîsmara zayendî bê lêkolînkirin
14:16 Hevşaredara Îdirê Çelîk sewqî edliyê kirin
13:55 Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin
13:45 BTS: Em ê li dijî sirgûnan li berxwe bidin
13:08 Serpîl Kemalbay: Bi taybetî gorên li ser navê Kurdî û tîpên ê-x-î heye dikin nedef
13:07 Ji Gola Sixkê 30 ton çop derxistin
12:29 Doza Pirsûsê cara 14’emîn taloq kirin
12:03 Gulum, 261 cenazeyên li ser hev li Kilyosê hatin defin ji meclîsê pirsî
11:35 30 karkerên bi koronayê ketine ne li nexweşxaneyê li konteyniran tên ragirtin
11:22 Paylan: Çima wezîr warên dîrokî û dêran naparêze?
10:59 Beşdariya bernameya xwarinê jî sûc hat dîtin
10:34 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê dezmêjê dide girtin
10:03 'Ya wê îtîraz bikin an jî wê dawiya xwe bînin’
09:55 Danişîna doza Pirsusê dê bê parêzer bê dîtin
09:35 Tenduristiya siyasetmedarê kurd Demîr xirab e
09:30 Medya îqtîdarê Efûya Îstîsmarê nûjen dike û bingehê ava dike
09:29 Wê tazmînatê bidin girtiyên dest dane ser nameyên wan
09:28 Wexta zebeşên pêşwext dest pê kir
09:27 Alîgirên xwe tayin dikin, muxalifan jî sirgûn
09:26 Girtî test nekirin û xistin qarantînayê
09:26 Penaber bi şewbê û birçîbûnê re rû bi rû hatine hiştin
09:25 Sykes-Pîcot a nû di dewrê de ye: Divê hêzên Kurd bibin yek
09:24 Ji her kesî re qedexeye, lê ji AKP û qeyûman re serbest e
09:24 Bi xwezaya xwe mirov heyr dihêle
09:23 Nanê zuha jî bi mista wan nakeve
09:22 AVM'yan pêla şewbê zêde kir
09:21 'AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinere'
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN
19/05/2020
22:57 Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin
19:33 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 199
17:04 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê
16:58 6 girtî bi xwarinê jehrî bûn
16:52 Cara duyemîn roviyên girtiyê nexweş Kaya xwîn bûn
16:23 194 welatan biryara lêpirsîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dan
16:16 Surucu ji Meclîsê xwest têkildarî 261 cenazeyan lêkolînê bike
16:09 Polisên ku xiza xwe negirtin bi ser malên cîran de girtin!
14:58 Daketin kolanan û qeyûm şermezar kirin
14:55 Ji bo 15 bajaran sînordarkirina liv û tevgerê hat dirêjkirin
14:21 Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li hilbijêr û gefa li demokrasiyê ye
14:10 Îdîaya jinekê întîhar kir
13:56 HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir
13:52 Li Silîvriyê ku vîrûs lê belav bûye test nayên kirin
13:39 Hepsa malê dan Hevşaredarên Sêrtê
12:57 Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî
12:36 Koordînasyona Qeyrana Covît-19: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
12:18 Şaredariya AKP'î dest danî ser standa alîkariyê
11:49 Mizrakli: Li dijî zilmê dema werêkiyê ye
11:31 40 gundên Qoser û Dêrikê dîsa bê av û ceyran hiştin
11:30 Ciwanê di bin çavan de hat berdan
11:10 KCD: Li dijî qirkirina xwezayê helwest bigirin
10:52 Ji YE’yê berteka qeyûm
10:48 Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
10:10 Partiya Paşerojê ya Çepgir: Desthilat demên xwe yên dawîn dijî
09:21 Dozger xwest hevşaredar bên girtin
09:20 Beştaş: Çavê me dê li ser qeyûman be
09:19 Pardon me sûc nedît!
09:19 Kaplan: Wê qeyûm wekî trawmayekê di bîra dewletê de bimînin
09:18 Hişyariya ji bo 'efûya îstismarê': Dê encamên wê giran bin
09:17 Pîvazên wan di destê wan de man
09:05 Qeyûm şertê 'bexşa mecbûrî' daniye ber muteahîdan
09:05 Ji bo bîranîna rojnamevanên jiyana xwe ji dest dane pirtûkxane ava kirin
09:05 'Qirkirina daran' a ji bo qaleqolan didome
09:03 Ji 284 parlamenteran re peyam şand, lê yek kesî/ê jî bersîv neda
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
08:46 HDP’iyan bertek nîşanî van dîmenan dan
18/05/2020
20:15 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 150 hezarî derbas kir
19:36 Hevşaredarê Îdirê Akkûş hat girtin
16:39 Berteka li djî qeyûm: Em qet di paş de gav navêjin
16:35 Ji girtiyên Efrînî re ‘maf’ nîne
15:52 Hêjmara zêde ya rêwiyan rîske zêde dike
15:35 Yuksekdag: Li Girtîgeha Kandirayê sansûra 'AKP'ê tê sepandin
14:57 Ciwanek li Sîlopiyê binçav kirin
14:53 Jin dê li dijî efûya îstîsmarê derkevin kolanan
14:36 13 partiyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
14:24 Meclîsa Ciwanên HDK'ê: Em girêdayî doza Îbo, Heqqî û Çaran de ne
14:13 HDK: Têkoşîna bi rêxistin dikare îqtîdarê têk dibe
13:16 Hevşaredaran daxuyaniya ‘manîpulasyonên qeyûm’ da
13:04 Çend girtî enfekte bûne?
13:03 Şahidê çalakiya Agirê Çaran: Tirs kuştin
11:47 Hatîp Dîcle: Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de KCD muxatabeke demokratîk e
11:10 HDP'ê şoreşgerên meha gulanê bibîr anî
10:38 Rûmên Pontosê: 19'ê Gulanê ji bo me komkujî ye
10:29 22 meh in li ber xwe didin: Ne korona wê JES me bikuje
09:44 Gundê Zîlanê xistin qerantinayê
09:28 Hewldana 78'an a Amedê: Meha Gulanê meha bibîranîna şehîd û cangoriyan e
09:23 Di pîvajoya 'Asayîbûnê' de nexweşên vîrûsê zêde bûn
09:21 Derket holê ku 261 cenaze li ser peyarêyê hatine veşartin
09:20 Karkerên çandiniyê: Dibêjin ‘bila feqîr bimirin’
09:20 Tê gotin ji ber rantê xaniyên şêniyên Sûrê nadin wan
09:11 Karsaza jin: Piştî pandemiyê wê bêkarî zêde bibe
09:11 Derbarê endama Meclîsa HDP’ê Kûyûn de lêpirsîn hat destpêkirin
09:10 Qeyûm qaseyê vala kir û bajar derxist ber firotinê!
09:09 Li Şirnex û Mêrdînê 4 hezar û 500 malbat li benda ‘hevmalîbûnê’ ne
09:09 Huda Kaya peyama ‘fetloneka dîrokî’ da muxalefetê
09:01 Kuştina Çavgûn bû dîrok
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN