150 jinên pêşeng ji 20 welatan banga yekitiyê kirin

  • jin
  • 15:12 21 Gulan 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - 150 jinên siyasetmedar, rojnameger, nivîskar û akademîsyen ên 20 welatan name ji PDK, KCK û YNK’ê re şandin û banga yekîtiyê kirin. 

 
Di qada navneteweyî de gelek jinên siyasetmedar, nivîskar û akademîsyen name ji rêveberên Koma Civaken Kurdistan (KCK), Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) re şandin. Ji 20 welatan 150 jinan name şandin û banga yekitiyê kirin. 
 
Jinan di nameyê de wiha gotin: 
 
“Mirovayetî xwe li hemberî şewba Covîd-19’ê diparêze lê hin dewlet ji bo ku polîtîkayên xwe yên mîlîtarîst, agresîf û dagirker bidomîne, vî tiştî ji xwe re dikin firsend. Ligel ku krîza tendirustiyê ya global heye jî, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji bo hegemonyaya xwe têkoşîneke li ser bingeha şîddetê dikin.
 
KURD DÊ QEDERA XWE DIYAR BIKIN  
 
Di sedsala borî de çar dewletên dagirker ji ber pozîsyona wê ya jeostratejîk Kurdistan kirin qada şerekî sîstematîk. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye li ser redkirina polîtîkaya ku nasnameya Kurdan red dike, bûne yek, saziyên navneteweyî û enstîtu jî mafê ku Kurd qedera xwe diyar bikin di warê qanûnî, polîtîk û dîplomatîk de red kirine. Di encama vî tiştî de Kurd gelek caran li hemberî mirovayetiyê bûne armanc û qurbaniyên sûcên şer. Bi vê qirkirinê re dewletan li ser jinên Kurd, wekî metodeke şerekî taybet jin qir kirine.
 
PARÇE BIKE Û TUNE BIKE 
 
Dewletên ku dixwazin polîtîkayên xwe yên herêmî û global pêk bînin, her dem cihêtiyên di navbera civakan de kiriye hedefa xwe. Di çarçoveya polîtîkayên parçe bike û bi rê ve bibe, lihevnekirinên navxweyî îstîsmar kirine. Dewleta Tirk wekî ku berê jî kiribû, nakokiyên navxweyî yên li Rojava û Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi polîtîkaya parçe bike û bi rê ve bibe û piştre tune bike, dixwaze Kurdan qels bike.
 
DIXWAZIN HÊZÊN POLÎTÎK ÊN KURDAN QELS BIKIN  
 
Dewleta Tirk ji bo êrîşeke leşkerî ya li dijî herêma Zînî Wertê ya 40-50 kîlometreyan dûrî sînorê Îranê ye û nêzî Çiyayê Qendîlê ya li Başûrê Kurdistanê ye, amadekariyan dike. Parçeyekî vê amadekariyê jî ev e ku, ji bo ku hêzên Kurd wekî nûner li wir bi cih bibin, zextan li hêzên polîtîk ên Kurdan dike. Dewleta Tirk ji bo ku Kurdistanê zêdetir dagir bike û hêzên polîtîk ên Kurdan qels bike, ji bo herêmê bêîstîkrar bike, jê we ye dikare di navbera Kurdan de şerekî navxweyî çêbike.
 
RIJANDINA XWÎNÊ WÊ ŞER ZÊDETIR BIKE 
 
Tirkiye endamê NATO, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê ye. Ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê jî namzet e. Ligel vî tiştî jî hiqûqa navneteweyî û peymanan bin pê dike. Bêdengiya van sazî û rêxistinên navneteweyî dibe sedem ku dewleta Tirk Kurdan bike hedef. Ya rast dewletên endam, dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan, ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn pêk tîne. Dixwazin stratejiya Kurdan a di warê demokrasî, aştî û îstîkrarê qels bikin, ev tişt were wateya domandina şeran jî, wê hewldanên xwe yên bidestxistina hegemonyayê zêdetir bibin pêş. Lihevnekirina li Zînî Wertê bi tena serê xwe, ne kêşeyeke îstîsnaî ye. Berevajî vî tiştî wê rijandina xwînê provoke bike û şeran zêdetir bike. Bi taybetî jî heke DYE, NATO û Iraq azadiyeke bêsînor bide Tirkiyeyê.
 
HÊZÊN CÎHADÎST WÊ HERÊMÊ DAGIR BIKIN
 
Ev ne bi tenê meseleyeke navxweyî ya Kurdan e. Di çarçoveya kaosa di navbera DYE û Îranê de û nakokiyên di navbera komên Iraqê êrîşeke li nêzî Qendîlê, wekî stratejiya dagirkeriyê ya dewleta Tirk wê rê li ber vejîna DAÎŞ û mutefîkên cîhadîst ên dewleta Tirk veke. Heke yek ji van hêzan bixwaze valatiya li vê herêmê dagire, li Başûrê Kurdistanê ya ku piçekî bi îstîkrar e, wê rê li ber krîzeke herêmî ya berfireh veke.  Wekî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê, tê zanîn ku dewleta Tirk dixwaze êrîşî qadên li derveyî sînorê xwe bike. ‘Doza Kurdan’ gelek kes û dewletan eleqedar dike û xwedî rastiyeke wisa ye ku gelekî berfireh e û encamên wê yên herêmî û global hene.
 
ÇARESERÎ DEMOKRATÎKBÛYÎNE  
 
Yekîtiya di navbera partî û tevgerên Kurd ên ji bo parastina Zînî Wertê û Qendîlê, wê bi tenê bi kêrî Kurdan neyê, em bawer dikin ku wê ji bo aştiya herêmî jî tevkariyeke wê ya mezin hebe. Li gorî me çareseriya doza Kurdan ji bo pêkanîna veguherîna demokratîk a li Rojhilata Navîn wê bibe parçeyekî girîng. Çareseriya aştiyane û adilane ya vê dozê, wê li herêmeke berfireh karibe demokratîkbûnê jî xurt bike. Divê em bi çavekî biçûk li bandora potansîyel a perspektîfa Kurdan a li ser aştiya Rojhilata Navîn nenihêrin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê jî wê bandoreke wê ya mezin hebe.
 
LI DIJÎ DAÎŞÊ TÊKOŞÎN HAT DAYÎN 
 
Di salên dawîn de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava li ser prensîbên azadî, edalet, jiyaneke bi rûmet û demokrasiyê alternatîfeke demokratîk hatiye avakirin. Jinên Kurd di serî de gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke berfireh kirine, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava jî rêveberiya xweser a demokratîk ava kirine. Vê rola navendî ya jinên Kurd di vê têkoşînê de bi cih anîne, sînorên Kurdistanê derbas kiriye, îlhameke global daye jinan û bûye çavkaniye hêzê. Parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo demokratîzekirina herêmeke berfireh jî şert e.
 
BI YEKITIYÊ DESTKEFTÎ TÊN PARASTIN
 
Hikumeta Kurdan a di warê qanûnê û destûra bingehîn de hatiye qebûlkirin, ji dema ku Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê ava bûye, ji bo dewleta Tirk a ku her dem dixwaze daxwazên neteweyî yê gelên Kurd ji holê rake jî bûye wekî kelemekê. Li gorî dewleta Tirk qelsbûna Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ji bo wan serfiraziyek e. Herêma Kurdistanê ya ku herêma herî ewle ya Iraqê ye, ji bo hemû gelê Kurd jî destkeftiyeke mezin e. Em jî bi rêya yekîtiya neteweyî ya Kurdan divê wê biparêzin. Em jin pêşîgirtina vî şerî, li dinyayê pêkanîna aştiyê û jiyana hevpar wekî peywirekê qebûl dikin. Gotina me ya dawîn ev e ku ‘Kurdistan ne qada şerên herêmî û global e, li Rojhilata Navîn divê bibe çavkaniya îlhama jiyana hevpar a di nav demokrasî û aştiyê de.”
 
Her wiha name ji Serokê Giştî yê NY Antonîo Gûterres, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Marîjîa Pejcinovîc Bûrîc, ji Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen, ji Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg, ji Serokê DYE’yê Donald Trûmp, ji Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û ji Serokkomarê Komara Iraqê Berhem Salih re jî hatin şandin.

Sernavên din

23/05/2020
09:58 Li Mêrdînê erzaniya qeyûm: Îro heye sibê tune ye
09:26 Di nava dêzên çopê de koçberiya masîpankan!
09:16 Gergerlîoglu: Êrîşa polîsan li pişt kamerayan jî berdewam kir
09:02 Mele Zekî: Li dijî êrîşên goristana divê em bibin yek
09:01 Li girtîgehan tevdîr tunene, Rewşa Awarte heye
09:01 Ji ber germa zêde û bayê kur berê genim kêm bûye
09:00 'Em ê nehêlin efûya îstismarê pêk bê'
09:00 Dr. Yilmaz: Li Lîbyayê 'welatê şîn' hincet e, mesele berbelavbûn e
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2020'AN
22/05/2020
19:59 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 276
17:23 Girtiyê nexweş qeyrana dil derbas kiriye
16:21 'Em ê li dijî zilm û tundiyê serî netewînin'
16:07 Hinceta binçavkirinan beşdarî daxuyanî û çalakiyan bûyîne
15:38 Ocalan: Em ê hesap ji wan bipirsin
15:37 Hêrsa li dijî binçavkirina siyasetmedaran: Em ê hin bêtir bi hêz bibin
15:13 Dayika Gulîstan Doku: Me dixapîn in
14:58 Goristana li Licê cara 3’yemîn hat rûxandin
14:49 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
14:30 Malbata Kaya: Li benda mirina wî bûn
14:29 Berî cejnê goristan ziyaret kirin
14:13 Gokkan: Em gav paşde navêjin
14:02 Jinan ji Cûdî bang kirin: Dest ji vê şaşiyê berdin
13:53 'AKP dê wekî partiya herî zêde ji jinê ditirse derbasî dîrokê bibe'
13:42 Gunay: AKP di van rojên pîroz de êrişî nirxê gelê kurd dike
13:09 MEBYA-DER'ê cejna malbatan pîroz kir
13:03 Cenazeyê Kaya bi gumana koronayê nedan malbatê
12:50 Dayika Aştiyê Hava Kiran a 63 salî jî hat binçavkirin
12:46 Di rojên vîrûs belav dibe de qelebalixiya kolanan balkêş e
12:41 Korona û krîza aboriyê li esnafan da
12:38 Polîsan ‘navbeyna fîzîkî’ îhlal kirin
12:13 HDP: DEDAŞ bi feraseta Qeyûm nêzîk dibe
11:40 Polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin
11:32 Cenazeyê girtiyê nexweş Kaya rakirin ATK’ê
11:11 HDP'iyên hatin îşkencekirin axivîn: Em ê serî netewîn in
11:00 Ji ber ‘Sirûda Îstîklalê’ îşkence li welatiyan hat kirin
10:55 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
10:19 Guzel: Bi qeyûman tenduristiya gel xistin talûkeyê
09:54 Li Dersimê erdhej pêk hat
09:11 George Dîrîl: Dibe ku hin kesên ji hebûna me aciz in heb in
09:10 Giştînameya wezaretê tenê ya li ser kaxezê ye
09:09 Jina ku 11 caran gilî kir: Dengê min bibhîzin
09:08 Keça Ozkanê girtî: Bila emrê xwe yê mayî li cem me derbas bike
09:07 'DEDAŞ di bin banê dewletê de dest xistiye qirika me'
09:05 4 sal in bê delîl girtiye
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2020'AN
08:35 Li dijî siyasetmedarên kurd operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
08:05 Girtiyê nexweş roja hat berdan jiyana xwe ji dest da
21/05/2020
21:43 Îdianameya polîsê ku Hemdanê 18 salî kuştibû hat amadekirin
20:56 MEBYA-DER û HDP'î serdana goran kirin
19:37 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 249
16:56 Dermankirina zarokê bi mermerê TOKÎ birîndar bû didome
16:51 Ji Ocalan re nameya cejnê şandin
16:49 Li Wanê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin
16:39 KCD, DBP û HDP'iyan Sûr ziyaret kirin
16:30 Ji Goristana Kilyosê bang kirin: Dawî li vê bê ehleqiyê bînin
16:17 Wê firotina neguhêzbarên şaredariyê veguhezînin darazê
15:39 Li Stenbolê ji bo girtiyan berdin bang kirin
15:32 Mirina bi Covît-19 xwezayî nîşan dan
15:22 45 parlamenteran pêşniyaznameya derbarê qeyûman de da Meclîsê
15:12 150 jinên pêşeng ji 20 welatan banga yekitiyê kirin
15:06 Ji bo cejnê çûn serdana gorên Ayhan û Yazar
15:02 Li Qersê 'Mexazeya Piştevaniya Civakî' hat vekirin
14:34 Başaran: Îstîsmar di serdema AKP’ê de 3 qat zêde bû
14:33 Li ser sînorê Îranê mirin
14:03 Girtiyên nexweş dernaxin revîrê
13:39 Berpirsê êrişên li Kobanê û Şengalê yê DAIŞ’î hat girtin
13:36 Biryara berdewamkirina girtina Yuksekdag hat dayîn
13:17 HDP’ê êrişa polîsan şermezar kir: Em ê serê xwe netewînin
13:10 Di mehekê de 271 binpêkirin û 561 îşkence
13:08 Nelirêtiya qeyûman gelo tê pirsîn?
12:51 HDK'ê kesên di komkujiya Çerkezan de hatin kuştin bibîr anî
12:42 Rêxistinên jinan ji bo girtiyên siyasî dest bi kampanyayê kirin
11:52 Komeleya Jiyana Nû Akademiya Aborî û Civakê vekir
11:01 Bac biha bû, 5 hezar û 430 ton zebeş xera bûn
11:01 HDP: Divê Rûsya û Tirkiye Qirkirina Çerkezan nas bikin
10:37 Qeyûm qadên dibistan, park û tesîsên tenduristiyê difiroşe
10:20 Kultaş a 17 salî hat qetilkirin
10:09 Ciwana HDP’î: Em dixwazin vê xakê bikin cihêkî ku jiyan lê bê domandin
09:58 Çelîk: Kesên ku pişta xwe dispêrên dewletê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl winda kirine
09:29 Erdogmuş: Divê muxalefet gavan bavêje
09:20 Li dijî sererastkirina ‘efûya bi rêya zewacê’ berxwedana 2016’an bi bîr xist
09:18 Prof. Ulusoy: Peymana Qatarê maqyaj e
09:17 Cenaze wiha xistine bin peyarêyê!
09:17 200 hezar xwendekar di çerxa sermayeyê de ne
09:16 30 hezar esnafên Mêrsînê dikanên xwe girtine
09:16 Bendavê barê koçeran girantir kir
09:08 Bang li cerdevanan kir: Dev ji vê şaşiyê berdin, xwezayê qirêj mekin
09:06 DER-MEZ’ê bi zimanê zikmakî piştevaniya derûnî-civakiyî da destpêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2020'AN
07:48 Bajaroka Weyselqeranî 14 rojan xistin qerantînayê
07:38 HDP'iyên polîsan ew bi îşkenceyê binçavkirin hatin berdan
20/05/2020
19:36 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
19:06 MEBYA-DER: Dest nedin nirxên me
16:56 'Mertalên Firatê dexl û çandiniyê Rojava şewitandin'
16:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal dest bi kampanya îmzeyan kirin
16:25 Li Payîzavayê taxekê kirin qarantînayê
15:42 Hevşaredara Îdirê Çelîk hat berdan
15:35 4 siyasetmedarên ku 25 sal ceza li wan hat birîn hatin berdan
15:17 Endamên OHD’ê li Goristana Kilyosê lêkolîn kirin
15:15 Li Nexweşaneya Zarokan a Amedê tundî li jinê kirin