* Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz, anî ziman ku Tirkiye li Sûriyeyê "ewlehiya sînor" û li Lîbyayê "welatê şîn" dike hincet û bi vî awayî li gor polîtîkaya berbelavbûnê tev digere û got, DYA jî bi awayekî neyekser destekê dide vê polîtîkayê û Ewropa jî xwe li nedîtinê datîne.
* Jinên ku bertek nîşanî "efûya îstismarê" dan, destnîşan kirin ku ew ê nehêlin teklîfa hatiye kirin di meclîsê re derbas bibe.
* Li Edeneyê ji ber germa zêde û bayê kur randimana genim kêm bûye. Cotkaran jî ji ber bihabûna gubre, tov û dermanan xwest fiyetê genim bê bihakirin.
* Parêzer Şukran Ozturk, destnîşan kir ku di dema şewba vîrûsa coronayê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û got: "Girtîgeh ne ji vîrûsê, ji civakê hatin tecrîdkirin."
* Mele Zekî Korkmaz, bal kişand ser êrîşên li ser gor û goristanan û got: “ Li gorî baweriya îslamê divê tu kes li ber zilmê bêdeng nemîne. Kurd li hemberî êrîşên li ser goristana divê bi yek bin."
* Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, têkildarî êrîşa polîsan a li dijî rêveber û wekîlan diyar kir ku polîsan li pêş qamerayan êrîşî wan kir û li pişt kamerayan jî xwest êrîşî wan bike û hewl da ku pêhnê li wî bixin.
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 298'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 426'an de berdewam bike. (11.00-13.30)
* Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 589'an de daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin dê di hefteya 791'an de çalakiya xwe li ser hesabê medya civakî berdewam bikin. (12.00)
* Malbata Sabri Kaya yê ku pişî hat berdan jiyana xwe ji dest da dê li Navçeya Ceyhana Edeneyê defin bikin. (13.00)