AMED - Li navçeya Rezanê, êrîşa bi çek li dijî polîsan pêk hat û polîsek birîndar bû.
Li ser Cadeya Sakarya ya navçeya Rezan a Amedê, êrîşa bi çek li dijî polîsan pêk hat. Di êrîşê de polîsek birîndar bû. Polîsê birîndar bû, rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Taybet a Sûltanê. Dûre li herêmê ewlekariyek zêde hat girtin û gelek maşiyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin.
Piştî êrîşê li navçeya Rezanê helîkopter rabû, dest bi tevgerînê kir.