* Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, anî ziman ku qewimînên li Rojhilata Navîn û cîhanê yekîtiyê li kurdan ferz dikin û got: "Tişta gel ji me dixwaze yekîtiya neteweyî ye. Bi gotinê nabe, divê gav bên avêtin."
* Endama HAKÎM'ê Fatma Bîltekîn, bibîr xist ku Wezareta Karên Navxweyî di dema şewbê de ji bo heywanên li kuçe û kolanan giştînameyek amadekiribû, lê belê giştîname esas nehatiye girtin û xwest muameleya xirab a li dijî heywanan daxilî nav çarçoveya sûckirinê bê kirin.
* Berpirsiyara Projeya Plastîkan a Akdenîzê ya Greenpeaceyê Nîhan Temîz Ataş, anî ziman ku divê anîna bermayiyên plastîk ên vîrûsê belav dikin a Tirkiyeyê bê qedexekirin û got, bi hezaran kes tev li kampanyaya wan bûne.
* Parlementerê HDP'ê Ridvan Tûran, ji bo şideta polîsan ku di demên dawî de pir zêde bûye anî ziman ku li paşperdeya vê yekê aqlê îqtidarê heye û got: "Ji ber ku nikarin çareseriyê biafirînin, darê zorê dixin dewrê. Di dîrokê de tu îqtidaan nikaribûye bi darê zorê xwe mîsoger bikin."
* Bi îdiaya ku "agir bi Daristana Aydosê xistiye" cezayê muebetê li Yakûp Akman hatiye birîn. Lê belê di qeydan de kifş e bûye ku ê îxbara şewta kiriyeAkman bi xwe ye.
* Mînte Bayram piştî di 1993’an de gundê wan hat valakirin koç kiribûn, di sala 2013’an de dîsa vegeriya gund û dest bi karê çandiniyê kir. Niha hemû pêdiviyên xwe ji baxçeyên xwe û sewalên xwe temîn dike. Li gundê wan her tişt bê pere ye.
* Malbat û hevalên Soydan Akay ê 2 salin li Girtîgeha Sîlîvrî di yek hucreyê de tê girtin û 5 mehin li dijî binpêkirina mafan dernakeve hevdîtina telefonê, bang li rayedar û parazvanên mafên mirovan kir ku hestiyar tev bigerin.