Gora komî ji bo xizmên windayan bû cihê hêviyê

  • rojane
  • 09:03 4 Hezîran 2020
  • |
img

MÊRDÎN - Li Kerboranê di şikeftekê de goreke komî hatibû dîtin. Ev yek ji bo gelek xizmên windayan bû cihê hêviyê. Yek ji van kesan jî Mehmet Alî Atûg bû ku di sala 1995'an de bavê wî û hinek xizmên wî hatibûn windakirin. Atûg, anî ziman ku 25 sal in neçûye goristanê û got: "Heger em hestiyên xwe bibînin wê gorek me çêbibe, em ê biçin ser û duayan bikin." 

Li mezrika Libka Kaniya ya gundê Derêca yê navçeya Kerboran a Mêrdînê di şikeftekê de hestiyên 40 kesî hatin dîtin. Ev yek ji bo xizmên windayan bû cihê hêviyê. Gelek xizmên windayan li benda encamên Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) ne. 
 
Malbata Mehmet Emîn Atûg, Hiznî Bîlmen, Abdulkadîr Demîr û Şakîr Demîr ê ku di sala 1995'an de li gundê Kerşam/Kefer/Şamo hatibûn binçavkirin û careke din xeber ji wan nehatibûn girtin ji wan malbatanin ku bi salan e li hestiyên xizmên xwe digirin. 
 
Mehmet Alî Atûg ku bavê wî Mehmet Emîn Atûg windaye, behsa çîroka windakirina bavê xwe û hin xizmên xwe kir. Atûg, xwest rojek berî rojekê encamên DNA'yê diyar bibin. 
 
PÊŞÎ EW BERDAN, DÛ RE KEMÎN DANÎN
 
Atûg, diyar kir ku Qereqola Cendirmeyan a Midyadê bavê wî Mehmet Emîn Atûg û keyayê gund jî di nav de gazî 8 kesan kiriye. Kur Atûg, anî ziman ku keya û 3 kesên din hatine berdan, lê belê bavê wî û 3 xizmên wî heya êvarî li qereqolê hatine sekinandin û got: "Ber êvarî berî ku tarî bikeve kaxezek bi wan dane îmzekirin û qaşo wan berdane. Ji wan re gotine biçin gund. Navbera qereqolê û gundê me 4 kîlometre ye. Gava bi qasî kîlometereyê çûne jin gund hin kesan ew dîtine ku gihaştine serê gir. Tu nabê li wir kemîn danîne pêşiya wan." Atûg, bilêv kir ku bi qasî şahid dibêje pêşiya bavê wî û xizmên wî hatiye birîn û li wesayîta eskeran hatine siwarkirin û careke din xeber ji wan nehatiye. 
 
Atûg, da zanîn ku piştî her çar kes winda bûne, dotira rojê eskeran gund dorpêç kiriye, bi tanq û topan ew gulebaran kirine. Atûg, diyar kir ku wê çaxê ketine hêwirgehan û bi vî awayî xelas bûne. Atûg, anî ziman ku ji ber ku eks nemiriye fermandrê eskeran heyr maye û ji ber vê li gundiyan xistiye, ew îşkence kirine û got, lê li gel îşkence û tahdê dîsa jî dev ji gundê xwe bernedane. 
 
‘DOZGER JÎ WINDA BÛ' 
 
Atûg, diyar kir ku paşê ji bo aqûbeta xizmên xwe daxwazname nivîsandine û dane dozgeriyê lê belê dozgeran daxwaznameya wan qebûl nekiriye û got, piştî pêwendî bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re danîne daxwaznameyên wan hatine qebûlkirin. Atûg, anî ziman ku lê dîsa jî tiştek jê derneketiye. Atûg, bilêv kir ku di navbera 2003-2005'an de Dozgeriya Komarê ya Amedê ji bo îfadeyê gazî wî û parêzerê wî kiriye û got: "Dozger got, 'Min şandin vira ji bo cinayetên kiryar nediyar hel bikim. Wê tu cinayetek bi vî awayî nemîne.' Lê 6 meh şûnde dozger ji holê winda bû. Cinayetên kiryar nediyar jî hê li cihê xwe ne. Înşeleh wê îsal hestiyên me bên dîtin." 
 
QEREQOL GAZÎ WÎ DIKE 
 
Atûg, diyar kir ku piştî bûyer mecbûr maye biçe bajarine din bixebite û piştî 12 salan vegeriyaye Midyadê û got, ji roja hatiye bajêr tim û tim tê binçavkirin û bi zextan re rû bi rû dimîne. Atûg, anî ziman ku qereqol tim gazî wî dike û her cara diçe jê pirsa xwişka wî ya ku di salên 90'î de tev li PKK'ê bûye dikin û got, qereqola gazî wî dike qereqola ku bavê wî xizmên wî lê hatine windakirin bi xwe ye. 
 
‘25 SAL IN NEÇÛME GORISTANÊ' 
 
Atûg ku got "25 sal in bi vê êşê diêşim" got: "Heya sax bim wê ji bîra min neçe. Hta serê me bila neyê serê tu kesî. 25 sal in neçûme goristanê û min fatîheyek nexwendiye." Atûg, destnîşan kir ku hestiyên ku li Kerboranê hatine dîtin hêviyek li wan peyda kirine û got: "Belkî ê me jî di wir de bin. Ji wê rojê ve bihêvî me. Belkî 25 sal şûnde em jî biçin fatheyekê bixwînin. Ji xwe me ji bo DNA'yê xwîn dabû. Em dixwazin rojek berî roekê encamên DNA'yê bên aşkerekirin. Heger em hestiyên xwe bibînin wê gorek me çêbibe, em ê biçin ser û duayan bikin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

04/06/2020
12:49 QSD`ê li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê operasyon pêk anî
12:03 Yenî Yaşam di 8'ê hezîranê de dîsa li bayiyan e
11:52 Qarantînaya li Weysel Qeranî bi dawî bû
11:45 Piştî şewbê rewşa aboriyê: Dê betalî derkeve 11,7 milyon kesan
11:28 Muxalefet li dijî yasaya notirvaniyê bi bertek e
11:21 ESÇEVDER: Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin
11:16 Deriyên sînor ên Iraq û Îranê vebûn
10:51 Lîsa Çalan: Navê her kesê di dosyeyê de derbas dibe divê were darizandin
10:16 Grup Yorum: Bi qedexeyan hûnê nekarin me bêdeng bikin
10:12 Binçavkirina 7 kesên li Dêrikê 4 rojên din zêde kirin
10:00 Parêzeran di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin
09:58 Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû
09:03 Tiryakî: Êdî em ê jî bêjin qaşo walî
09:03 'Îşkencekar êdî aşkere îşkenceyê dikin'
09:03 Karkerên çandiniyê: Şewb heye, lê mecbûr in bişixulin
09:03 Bi çandiniyê bêhna wan dertê
09:03 Surucu: Îqtidar ji bo pêkanînên DEDAŞ'ê xwe li kerîtî û korîtiyê datîne
09:03 Gora komî ji bo xizmên windayan bû cihê hêviyê
09:03 'Di 2015'an de jî mizgeft hilweşandibûn'
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2020'AN
07:35 Malbatan ji bo zeviyê şer kirin: 3 kes ji hev kuştin
03/06/2020
20:20 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 24 mirî, 867 pêketî
17:18 Meclîsa Ciwanan: Hikûmeta desthilatdar polîtîkayên îmha û înkara Kurdî didomîne
16:38 Ji bo Bariş Çakan ‘Zimanê Kurdî’ strandin
15:50 Ji bo parêzerên di rojiya mirine de piştgiriya navneteweyî
15:49 Jinan ji Şirnexê bang kir: Ku zulum hebe berxwedan jî heye
15:22 Ji bo Kavala bang li KE’yê kirin: Peyamek zelal bidin Tirkiyê
15:11 Ewil îxbar kir û piştre xistin feqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da
14:49 Beştaş: Di bûyera Çakan de gumanên me hene
14:45 Hêzên Rejîma Îranê kolberek din kuşt
14:25 Ji Walîtiyê daxuyaniya ‘îşkenceyê’: Kuçik refleks nîşan daye
13:26 'Karantîna êdî zilm e'
13:08 Tirkiye ava Firatê ji ser Rojava kêm kir
12:26 Zêdebûna şewba Covît-19 a li Amedê birin rojeva meclîsê
12:25 Çalakiyên li Amerîkayê qedexeyan guhdarî nakin
11:55 Rêwiyên M4 bi karwanî diçin û tên
11:21 Li warê windayan gora komî hat dîtin: Hestî aydê kê ne gelo?
10:04 Polîs tevî kuçikên xwe ketin hundir û îşkence kirin
09:50 Walîtiyê qedexeya derketina derve ya li Bedlîsê berfireh kir
09:34 Tenê beşek pêşmerge ji Zînî Wertê vekişandin
09:28 Li Gundê Gozelî 59 kes bi şewba Covît-19 ketin
09:27 OHD: Li Licê 250 gor hatine rûxandin
09:11 Êrîşa li goristanan: Armanc bîra civakiyî ye
09:10 Ç.B.: Min hêz ji piştgiriya jinan girt
09:07 Civaknas Sûstam: Li Tirkiyeyê nîjadperestî sûc nayê hesibandin
09:07 Îdiayên ku Bekir Kaya dan girtin pûç bûn
09:07 Şaredariya Giyadînê bênavber dixebite
09:07 Pereyê ku bankayê neda wî ji PTT’ê stend
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2020'AN
02/06/2020
20:44 M.E.C. û F.A. hatin girtin
20:34 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:38 Polîsan mudaxileyî Rêxistinên Ciwanan kir
16:46 DBP: Raperîna Amerîkayê hêrsa li dijî cudakariyê ye
16:43 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:33 1273 kesan bang li Tîmtîk û Unsal kirin
16:30 Polisan nehişt ku ji bo Bariş Çakan daxuyaniyê bidin
16:16 ÎHD: Raporan li ber ber çav bigirin û girtiyên nexweş berdin
16:06 48 rêxistin û şexsiyet: Gelê kurd êdî êrişên li dijî zimanê xwe qebûl nake
15:20 Li Agiriyê di mehekê de 3 mirinên bi guman: Mal bûnê cihê cinayetê
15:11 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Talûke didome
15:07 Dozgîn Temo nehat berdan
14:53 Siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk bi bîr anîn
14:33 ‘Dev ji zimanê cudakariyê berdin’
14:17 Xwendekarên YYU'ê Bask-Der ava kirin
13:51 M.E.C. ê îşkence lê hat kirin derxistin edliyê
13:49 Hevseroka KESK'ê: Em nabin karmendên serî ditewîne
13:40 Ji bo Bariş bi kurdî gotin
13:36 Dolmişvanan li endamên komîsyona îhaleyê dan
13:33 Li Enqerê 391 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:13 Cendirmeyan meşa BTS'ê ya Enqereyê asteng kir
12:30 'Zêdebûna tundiya polîsan ji ber bêcezakirina polîsan e'
11:57 Walîtiyê destûr neda konsera Grûp Yorûm
11:50 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş yasa were guhertin’
10:19 Nîhat Çakan: Lê belê muzîkek heye
09:33 Çiyayê Eregê qada debar û jiyanê ye
09:23 2 leşker mirin
09:09 Karkerên ku qeyûm wan mexdûr kiriye: Bila êdî ev îşkence bi dawî bibe
09:08 Hem bazar hem jî ber deriyê malê qedexe kirine
09:08 Der barê Dayika Aştiyê de 106 heb lêpirsîn
09:07 Prof. Tolûnay: Mudaxileya li xwezayê wekî bûmerangê ye
09:06 Pîrê: Hikûmeta Tirkiye li Sûriye şikest vegere dê perçe bibe
09:06 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN
01/06/2020
20:30 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 563
19:02 Her 3 kesên ku Bariş Çakan kuştin hatin girtin
17:38 Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin
17:10 ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin
16:47 Bariş Çakan spartin axê
15:49 Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan
15:20 HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
15:19 Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir
14:57 Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e
14:52 Li Wanê çayxane têje bûn
14:39 Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:20 Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin
14:19 Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
14:11 Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin
14:10 Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin
14:08 Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin
14:01 Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir
13:16 Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir