NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Sûriya Demokratîk li gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê dest bi operasyonekê kir.
Çavkaniyekî leşkerî agahi dan Ajansa Nuçeyan a Hawarê (ANHA) ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Operasyon dê li herêmên navçeya Şedadê ya gundewarên başûrê Hesekê dê dest pê bike û heta El-Bûkemal a gundewarên rojhilatê Dêrazorê bidome.