NAVENDA NÛÇEYAN - QSD, li gundewarên Hesekê û Dêrazorê hemleya tunekirina terorê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê dewam dike.
QSD`ê oparasyona paqijkirinê ya li gundewarê başûrê kantona Hesekê bi dawî kir û berê xwe da gundewarê bakurê rojhilatê Dêrazorê. Li gorî nuçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Hemleya gundewarê navçeya Siwer a rojhilatê Dêrazorê di roja sêyem de berdewam e.
Li gorî daxuyaniya QSD`ê, ji destpêka hemleyê heta niha herêmek bi dirêjahiya 70 km hatiye paqijkirin û 30 endamên komên çekdra hatin girtin.