STENBOL - Parêzvanên mafê mirovan di çalakiya Rûniştina F a vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê 23 salî.
Parêzvanên mafê mirovan li Stenbolê çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 428’emîn de bal kişandin ser rewş agirtiyê nexweş Ekîm Polat (23) ê li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsara Manîsayê. Parêzvanan çalakiya xw li ser medya civakî pêk anîn. Endama ÎHD’ê Nergis Şahîn daxuyanî da û mirina Vefa Kartal ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û got astengiyên li pêşiya mafê tenduristiyê mirinê bi xwe re tîne. Şahîn da zanîn ku li girtîgehan li dijî girtiyan binpêkirinên mafan ên cûr bi cûr pêk tên û her roja ku diçe binpêkirinên mafan ên bêhejmar pêk tên û girtî bi xetereyê re rûbirû ne.
Parêzvanê mafê mirovan Mehmet Acettîn jî derbarê rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat û derbarê rewşa wî de agahî da. Acettîn anî ziman ku her ku diçe rewşa Polat giran dibe û 24 sal ceza lê hatiye birîn. Acettîn da zanîn ku li gorî malbata Polat agahî daye wan gelek nexweşîn li Polat peyda bûne û ji bo li şertên baş were dermankirin divê Ekîm Polat were berdan. Acettîn da zanîn ku malbatê gotiye ew ji rewşa lawê xwe bi xetere ne.