ŞIRNEX – 2 birayên hev ên di Çemê Dîcle de xeniqîn li kêleka hev hatin veşartin.
Birayên hev Ahmet û Hakkî Ercan ên nêzî Çemê Badûlê ya navçeya Cizîr a Şirnexê ketin Çemê Dîcle jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê 2 birayên hev piştî wacîbeyên ol ên li Goristana Asrî ya Cizîrê, di nava xemgîniyek mezin de li kêleka hev hatin definkirin.