Jinên siyasetmedar ên girtî piştgirî dan Başak Demirtaş: Tu ne tenê ye

  • jin
  • 12:07 17 Hezîran 2020
  • |
img
KOCAELÎ -Jinên siyasetmedar ên girtî ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ne, peyamek şandin û piştgiriya "Tu ne bi tenê ye" dan Başak Demirtaş. 
 
Jinên siyasetmedar ên li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira ya Kocaelî, peyamek şandin û piştgirî dan. Jinan piştgirî dan Başak Demirtaş û diyar kirin ku Başak Demîrtaş ne bi tenê ye. Jinan anîn ziman ku ew li cem Başak Demîrtaş in û wiha gotin: "Berî her tiştî em vê êrîşa zayendperest a tirsnak şermezar dikin. Ev êrîş li dijî hemû jinan pêk hatiye. Em girtî bin jî em bi hiş û ruhê xwe li cem te ne." 
 
Li ser navê jinan Figen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Çaglar Demirel, Gulser Yildirim, Aysel Tugluk, Nurhayat Altun, Edibe Şahîn û jinên hilbijêr."