Tuncel: Komkujiyên neyên ronîkirin dê yên nû bîne

  • jin
  • 11:09 28 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, bi boneya 6’emîn salvegera Komkujiya Roboskî peyam şand û wiha got: “Li welat her komkujiya neyê ronîkirin, dê bixwe re komkujiyên nû bîne.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, ji Girtîgeha Hejmara 1 a Kandirayê ya Kocaelî bi rêya parêzerên xwe, li ser navê hemû hevşaredar û endamên partiyê biboneya 6’emîn salvegera Komkujiya Roboskî peyam da.  Tuncel, diyar kir ku Tirkiye êdî bûye welatekê ku bi komkujiyan tê bîranîn û wiha got: “Komkujiyên ji Sîwasê heya Mereşê, ji Gaziyê heya Roboskî yek ji wan nehatin  ronîkirin. Heya ku komkujî neyên ronîkirin, dê agahiya komkujiyên nû bi xwe re bîn in.” 
 
Peyana Tuncel ji girtîgehê şandî wihaye: 
 
"Di 6’emîn sersala Komkujiya Roboskê de, hîna jî malbatên Roboskî li benda edaletê ne. Bi bonaye salvegera komkujiyê ez li ser navê hemû hevşaredarên me yên girtî û endamên partiyê komkujiyê şermezar dikim û kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi rêzdarî bibîr tînim. Em di serî de malbatên Roboskî û hemû parêzvanên mafên mirovan ên ku Roboskî ji bîr nekirin û nedan ji bîr kirin silav dikin. 
 
Tirkiye êdî bûye welatekê ku bi komkujiyan tê bîranîn. Komkujiyên ji Sîwasê heya Mereşê, ji Gaziyê heya Roboskî yek ji wan nehatin ronîkirin. Ne ronî kirina komkujiyan û rastiya komkujiyan nedîtin, agahiya komkujiyên nû dê bi xwe re bîne. Komkujiya Roboskî bi balafirin şer pêk hat, ligel ku rayedarên dewletê teqez berpirsiyar bûn, dosya hat girtin. Girtiyan dosyayê heqîqetê naguhere. Di rastiyê de balafirên şer ên vî welatî welatiyên sivîl bombardoman kirin û 35 can ji nava me girtin. Heya ku hesabê vê komkujiyê neyê dayîn, ne gengaze ku destpêkek nû were kirin. 
 
Bi vê boneyê, cardin bi Komkujiya  Roboskî re, divê hemû komkujiyên li Tirkiyeyê bên lêkoşîn kirin, hesab bên pirsîn, ji bo pêçandina hemû birînan divê ‘Komîsyona Edalet, Heqîqet û Rû bi rû” bê avakirin. Heya kujerên komkujiyê derbikevin holê û bên darizandin em ê têkoşîna xwe ya Roboskî bidomînin û hesap bipirsin. 
 
Ger em bîr bikin, bila dilê me zûha bibe.”