Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!

  • jin
  • 12:03 31 Kanûn 2017
  • |
img

AMED - Li Rezanê, zilamê bi nava Ş.D. ê tacîza zayîn li jina E.X. kir, di îfadeya xwe ya dozger de îdîa kir ku bûyer nayê bîra wî û dibe ku gava dibin bandora tiryakê de bû, ev sûc kiribe. 

Li Kolana Yusuf Îslam a navçeya Rezana Amedê di 10’ê Kanûn de, jina ji Sûriyeyê E.X. li ber çavên zarokên xwe rastî êrîşa zayendî hat û dûrê hat derpkirin. Bûyera ku di kameraya marketekê de hat dîtin û Ajansa me Mezopotamya derxist holê de, êrîşkar ji ber E.X. bertek nîşanî wî dide, li ber çavên zarokên wê çekê lê dikişîne û derp dike. Piştre jî êrîş kar dest û milên xwe dihejîne û ji cihê bûyerê dûr dikeve. Piştî bûyer di çapemeniyê de hat weşandin rastî bertekên tund ê raya giştî hat û E.X. giliyê êrîşkar kir.   
 
Polîsên li ser vê  yekê ketin nava tevgerê, dîmenên kamerayê girtin lêpirsînê. Hat tespîtkirin ku êrîşkar Ş.D. ê 28 saliye. Ş.D. di 28’ê Kanûnê de hat girtin. Êrîşkar Ş.D. di îfadeya xwe ya da dozger de got ku derbarê bûyerê de tiştek nayê bîra wî û dibe ku gava dibin bandora tiryakê de bû, ev sûc kiriye. Ş.D. ê ku kêliyên dîmen bi wî hatin temaşekirin, vê carê jî got nayê bîra wî ku ew kesê di dîmenan de ewe yan na. 
 
‘ÇELEK PÊLEYÎSTÛKÊ BÛ’
 
Ş.D. di îfadeya xwe de ev îdîa kirin: “Bi qalibvaniyê derbara xwe dikim. Bi malbata xwe re 4 salan najîm. Hînbûyê tiryak û balî me. Ji ber vê yekê min leşkertiya xwe temam nekir. Sûcdariyên li ser xwe hîn bûm. Gava dibin bandora tiryakê de bûm, dibe ku min ev sûc kiribe. Têkildarî bûyerê tiştek nayê bîra min. Min dîmen temaşe kirin. Kesê di dîmenan de kêye nizanim. Cil sale li wê taxê dijîm û hemû kes min nas dike. Çeka min tuneye. Ew çeka ku min nîşan da jî, çekeke pêlîstûkê bû.  Kesê di bûyer de nizanim ezim an na. Min avêt ser xaniyê xwe. Lê polîsan li wir nedîtine. Guman dikim ku kurê birayê  min ji wir girtibe. Tiştek din bêjim tuneye.”