Di binçavan de bi tundî û tacîzê re rû bi rû ma

  • jin
  • 09:02 24 Tîrmeh 2020
  • |
img
ÎZMÎR -  Arzû Sert ku piştî meşa ji bo jinên qetilkirî li dar xistibûn hatibû binçavkirin,  diyar kir ku di bin çavan de polisan tundî li wan kiriye û tacîzî wan kirine û got ku dê dev ji têkoşîna xwe ya “jiyan û jiyandinê” bernedin.
 
Di 21’ê tîrmehê de li ser banga Jin bi Hev re bi Hêz in, jinan ji bo Pinar Gultekîn ku li Mûglayê hatibû qetilkirin, li Alsancaka Îzmîrê meş li dar xistibûn. Di vê meşê de polisan jinan derp kiribûn û kiribûn binçavan. Di heman rojê de jin hatibûn berdan jî.
 
NE JI KUÇEYAN NE JÎ JI QADAN DIBIN
 
Arzû Sert ku dema binçavkirinê pişta bi tundiya polisan hatibû morkirin, tiştên ku hatibûn serê wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. Sert, diyar kir ku ji bo bibin dengê Pinar Gultekîn li qadê ne û wiha got: “Desthilat Peymana Stenbolê û jinan ji xwe re kiriye hedef. Komeleyên jinan digirin. Aktîvîstin jin bi îşkenceyê dikin binçavan. Em jin dê ne ji kuçeyan û ne jî ji qadan bimînîn û têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
‘TACÎZÎ ME KIRIN’
 
Sert, destnîşan kir ku ji bo rawestandina tundiya li jinê xwestine çalakî li dar bixin û ev tişt anî ziman:ö “Lê polisan pêşî li me girt û tendan. Me ji polisan re jî got çalakiya me li dijî zilamên ku me dikujine. Lê nişkeve em binçavkirin. Tacîzî me kirin, em derb kirin. Tundiya polisan di maşîneyên em lê wan siwar kirin de jî domiya. Polisan li deverên cûda yên laşê me didin û em tacîz dikirin. Ez jî hatin tacîzkirin.”
 
‘BIJÎJK TIŞTEKÎ DI RAPORÊ DE NENIVÎSAND’
 
Di berdewamê de Sert anî ziman ku bijîjkê wan ji bo kontrole birine cem jî tiştekî di rapora wan de nenivîsandiye û wiha pêde çû: “Em ê serî li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bidin. Pişt û deverên cûda yên laşê min mor bûne. Em ji ber ku li dijî tundiya zilaman dertên tundî li me tê kirin. Em ne ji bo xwişka xwe û ji bo hemû xwişkên xwe li kuçeyan e.Heta ku deskeftiyên me pêk bên em ê têbikoşin.”