‘Peymana Stenbolê ji bo civakê kevirê domîno ye’

  • jin
  • 09:05 24 Tîrmeh 2020
  • |
img
 
WAN – Endama Baroya Wanêp parêzer Hulya Çelîk Sonmez diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo pêşîgirtina tundiyê kevirê domîno ye û heke peyman paş ve were kişandin dê tundî zêdetir bibe. 
 
AKP hewl dide xwe ji Peymana Stenbolê ya derbarê mafê jinan de vekişîne. Tevger, rêxistin û komeleyên jinan û muxalefeta li Tirkiyê li dijî vê hewla AKP’ê derdikeve. Endama Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê parêzer Hulya Çelîk Sonmez têkildarî vekişîna ji peymanê axivî û got: “Her roja ku diçe tundiya li dijî jinan zêde dibe. Di demek wiha de lê mixabin em li ser ji vekişîna Peymana Stenbolê gengeşeyê dikin.”
 
'VEKIŞÎN PÊK WERE WÊ TUNDÎ ZÊDE BIBE’ 
 
Çelîk destnîşan kir ku vekişîna ji Peymanê wê tundiya li ser jinan hin bêtir bike û tevî ku yasa û peyman hene jî lê wisa bûye ku têkoşîna li dijî tundiyê dijwartir bûye, ji ber ku ev yasa nayên pêkanîn. Çelîk got heke ew xwe bi rêxistin bikin û bi seferberi li dijî vê rabin wê îqtîdar dest ji vekişîna ji Peymanê berde. Çelîk anî ziman ku vekişîna ji Peymanê dê bibe sedema kesên di nava civakê de tundiyê pêk tînin zêde bibin û got: “Çimkî bi vê yekê re wê ew kesên tundiyê dikin wek maf bibînin û rewa bikin. Bi kêliya ji vekişîna peymanê dê bûyerên tundiyê zêde bibin. Em naxwazin ku vê yekê bifikirin jî. Peymana Stenbolê ji aliyê civaka me û malbatan ve jî binirx tê dîtin. Ev peyman wekhev e û li dijî tundî û cudakariyê ye. Ev peyman xîm civaka me ye. Peyman ji bo pêşîlêgirtina tundiyê kevirê domîno ye. Ji ber vê yekê jî divê em xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. Em wek civak ji kuştina jinan berpirsiyar in. Divê em li dijî tundiyê rabin û da ku tundî neyê kirin û jin neyên kuştin û zarok neyên tecawizkirin.” 
 
MA / Ozlem Yayan