'Eger îro jin bi hevre têdikoşin bi xêra Birêz Ocalan e'

  • jin
  • 14:09 25 Tîrmeh 2020
  • |
img
ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê di çarçoveya “Hevditina Demokrasiyê" de bi Dayikên Aştiyê re kom bûn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, diyar kir ku eger îro jin bi hevre têdikoşin bi xêra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê, di çarçoveya “Hevdîtina Demokrasiyê" de beriya faruma ku di 27'ê Tîrmehê de li Qada Gundogdu li dar bixin, bi Dayikên Aştiyê re kom bûn. Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Îzmirê kom bûn. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun û Hüda Kaya jî di navde gelek Dayikên Aştiyê tev li civînê bûn. Piştî li salonê taştê xwarin Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Besriye Tekgur, dayikên Aştiyê dawetî Foruma ku li Qada Gundogdu li dar bixin kir. 
 
Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun jî anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 800’emîn de didome û wiha got: "Têkoşîna dayikan gelek girîng û bi wate ye. Divê her kes li têkoşîna dayikan xwedî derkevin. Birêz Ocalan dibêje 'Heta ku jin Azad nebe civak azad nabe'. Ji ber vê yekê em gotina wî esas digirin. Eger îro jin bi hevre li kolanan têdikoşin, bi xêra Birêz Ocalan e. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan şermezar dikin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan di serî de li ser jinan, li ser hemû Kurdistanê dimeşînin. Divê em hemû ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin." 
 
‘EM Ê DEST JÊ BERNEDIN
 
Tosun, da zanîn ku Dayikên Aştiyê bi salan e ji bo aştî û azadiya zarokên xwe têdikoşin û wiha lê zêde kir: “Divê her kes zanibe ku mamasoteya herî baş dayik e. Tu hêz nikare li pêş sekna dayikên me raweste. Îqtîdar pir ji dayikan ditirse. 5 salin êrîşî HDP'ê dike. Tu partî nikarin di bin ew qas zext re rawestin. Em nizanin çend jin winda ne. Ji ber jin têdikoşin, ji jinan ditirsin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji tekoşînê bernedin. Em ê her tim li qadan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
'DI TÊKOŞÎNA JINÊ DE HÊZ HEYE'
 
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî xwest her kes ji têkoşîna dayikan dersê bigirin û wiha got: "Jin hêz û motora têkoşînê ne. Di têkoşîna jinê de hêz û enerjî heye. Eger ked û dilê dayikên me tune be, dê têkoşîn û HDP li holê nemîne. Yê vê têkoşînê û partiyê ava dike dayik in. Îro hêj gelê me li dijî zaliman têdikoşin û bi hevî ne. Îqtîdara AKP'ê polîtîkayên tirsê pêş dixe. Jin li qad û kolanan li ber xwe didin û vê polîtîka tirsê dişkînin. Jin tên cem hev û rê vedikin. Di vê rêya ku jin vedikin de mêr dimeşin. Îro jî wisa ye. Çiqas bixwazin hêz û têkoşîna jinan bişkînin jî dê nikaribin me ji têkoşînê vekişînin. Em bi hevre bi hêz in:"