HDP, beriya hevdîtina foruma li Gundogdu bi jinan re civiyan

  • jin
  • 15:30 26 Tîrmeh 2020
  • |
img
ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê, beriya hevdîtina foruma li Qada Gundogdu, bi jinan re li hev kom bûn banga bilindkirina têkoşînê kirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê beriya ku sibê di çarçoveya “Hevdîtina Demokrasiyê" de li Qada Gundogdu  forumê li dar bixin, bi nûnerên jin ên li Îzmirê re li hev kom bûn. Rêxistina HDP'ê bi jinan re li Kafeyek li Çankaya civîyan. Di civînê de endam, rêveber û parlamenterên HDP’ê jî amade bûn. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê Besriye Tekgur, ewil bang li hemû jinan kir û xwest hemû jin beşdarî foruma ku sibê li Qada Gundogru pêk bînin, bibin. Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, anî ziman ku jin di pêvajoyek pir dijwar re derbas dibin û wiha got: "Gelê Tirkiyeyê di bin sextên pir giran de dijîn. Li Balikesirê jin hatin binçavkirin. Em vê operasyona li dijî jinan şermezar dikin. Divê îqtîdara AKP'ê baş zanibe ku ew çiqas bi ser me de bên em ê bêtir li dijî hişmendiya faşis têkoşînê mezin bikin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay  jî binçavkirina jinan şermezar kir û got: “Hemû îqtîdar dixwazin bi zextên li ser jinan îqtîdara xwe berdewam bikin. AKP jî vê yekê dike. Herî zêde jin dibin hedef. Li Îzmirê têkoşîna jinan bi biryarek mezin didome. HDP partiya jinê ye. Em bang li hemû jinan dikin ku di 27'ê Tîrmehê de li Qada Gundogdu beşdarî forumê bibin."