Meclîsa Jinan a HDP'ê: Zext nikarin têkoşîna me asteng bikin

  • jin
  • 16:02 26 Tîrmeh 2020
  • |
img
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê binçavkirina 9 jinên ku di navde Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û Hevberdevka SKM’ê Hatice Deniz Aktaş jî heye şermezar kir û got: "Zext dê nikaribin têkoşîna me asteng bikin. Me heta niha bi aqilê mêr re şer kir û ji niha û şûnde jî emê şer bikin." 
 
Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê, binçavkirina 9 jinên di nava wan de Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka SKM'ê Denîz Aktaş û endamên Lijneya Navendî ya SKM'ê jî heye bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îzmirê li pêş avahiya partiya xwe kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberên jin û parlamenterên jin ên HDP'ê tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Zext dê nikaribin têkoşîna jinan asteng bikin" vekirin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Didar Gul, anî ziman ku tundiya li dijî jinê bi lez û bes didome û got: "Bi delîlên sexte" jinan binçav dikin û digirin. Her roj jin tên binçav kirin. Polîtîkayên zextan dê nikaribin me dûr bixin." 
 
Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser operasyonên li dijî endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa û Tevgera Jina Azad (TJA) û wiha got: "Ev operasyonên dijminantiya jinê ye. Me heta niha li dijî aqilê mêr û hişê faşîst a AKP'ê şer kir. Ji niha û şûnde jî emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Kuştin, binçavkirin, girtin, zext û tundî dê tu carî nikaribe gavan bi me bide paşavêtin. Ew çiqas zextan bikin jî dê nikaribin me ji doza me vegerînin û dê nikaribin Peymana Îstanbul a xala hêjmar 6284'an belat bikin. Em dixwazin bi lez hevalên me yên jin serbest berdin. Em dixwazin li şûna jinan binçav dikin bila qatilan binçav bikin û ceza bikin."