Li Mêrdînê jina ciwan a tê gotin întîhar kiriye mir

  • jin
  • 18:47 28 Tîrmeh 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Li taxa Yenîşehîrê ya Mêrdînê Berfîn Alça ya ji ber sedemeke nediyar bi çeka bavê xwe tê gotin întîhar kiriye û bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. 
   
Li taxa Yenîşehîrê ya girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê Berfîn Alça (20) ji ber sedemeke nehat zanîn tê gotin bi çeka bavê xwe gule berda xwe û hewl daye întîhar bike. Alça bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Alça li nexweşxaneyê tevî hemû mudexileyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.  
 
Hat zanîn ku wê cenazeyê Alça li Goristana Xamurê bê veşartin.