Keskîn: Polîtîkayên salên 90'î û niha pir dişibin hev

  • jin
  • 10:06 23 Tebax 2020
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku wekî Îpek Er jina Kurd li dijî tundiyê bi tenê tê hiştin û wiha got: "Ev sepandin berdewamiya 'rêveberiya Şer' a salên 1990'î ye. Jinên Kurd li dijî tundiyê bi tenê têne hiştin. Polîtîkayên salên 1990'an û niha pir dişibin hev." 

 
Li gorî daneyên rêxistinên jinan li tevahiya Tirkiye, tacîz, tecawiz û kuştina jinan zêde dibe. Li gel ku tundiya li ser jinan zêde dibe jî Îqtîdara AKP'ê armanc dike ku Peymana Îstanbul rake.  Balkêş de di navbera bûyerên metrepolên Tirkiye û bajarên Kurdan de cudakariya faîlan heye. Li bajarên Kurdan zêdetir destê polîs, esker û cerdevanan heye. Ev jî hin pirsan bi xwe re tîne. Herî dawî li Êlihê jina ciwan a 18 salî Îpek Er li Êlihê bi tecawiza Çawîşê Pispor Musa Orhan re rû bi rû ma. Piştre jî Er jiyana xwe ji dest da. Li ser berteka civakê piştî mirina Er çawîşê pispor girtin û şandin hepsê. Têkildarî bûyera li Êlihê û polîtîkayên li dijî jinên Kurd Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Prz. Eren Keskin nirxandin kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskîn, anî ziman ku her çendî di pêvajoya  çareseriyê de tundiya li dijî jinê kêm bû jî piştî polîtîkayên ewlehiyê û neçareseriyê dîsa xistin meriyetê, mexdûriyeta jinê dîsa zêde bû. Keskîn, bal kişand ser rewşa Êlihê û wiha got: "Êlih di salên 1990’î de wekî bajarê întîhara jinan ketibû hiş û aqilan. Polîtîkayên wê demê û îro pir dişibin hev. Wê demê gelek jinên ciwan bi tundî û tecawiza esker û polîsan re rû bi rû diman. An bi zorê an jî dihatin xapandin. Întîhara Îpek Er jî berdewama bûyerên salên 90’î ye."  
 
Keskîn, bibîr xist ku ew ji sala 1997'an heta niha endama rêxistina ku parêzvaniya mafê jinên bi tundî û îşkenceyê re rû bi rû maye ye û wiha got: "Hemû jinên bi tundiya zayendî û hêzên fermî re rû bi rû maye dibe ku muwekîlên me ne. Nêzî 700 jin muwekilên me ne. Piraniya vana jinên Kurd in. Yek ji rêbazên ku di encama polîtîkayên şerê li Kurdistanê de dixin meriyetê ye. Di cîhanê de herî zêde jin ji şer mexdûr dibin. Bi bûyera li Êlihê pêş ket, nîşan dide ku di parastina Peymana Îstanbul de em çiqas mafdar in. Jin hem bi tundî û êrîşa zeyendî re rû bi rû dimîne. Hem jî ji ber vê mexdûriyetê xwe li dijî malbat û civakê sucdar hîs dike. Di vê pêvajoye de Peymana Îstanbul gelek girîng e. Ji bo jin bê parstin erkê dide dewletê. Dixwaze cudakariya di navbera mêr û jinê de ji holê rake. Îpek jî ewil biryara têkoşînê dide. Lê piştî dibîne ku bersûc serbest tê berdan, Îpek neçar dimîne ku întînar bike. Îfadeya rastîn a Îpek di nameyê de hatiye nivîsîn. Di nameyê de got doza min bişopînin. Ew name emanetî hemû jinan e. Name di heman demê de nêzîkatiya ya li dijî hişmendiya mêr, serdest, feodal,  militer jî diguherîne. Peyama ‘Ez bi mirina xwe li dijî vê yekê dikim qêrîn e' Mixabin Îpek bi mirina xwe ket rojeva cemaweriyê. Mixabin ji bo tundî têkeve rojevê divê bimire. Li ser berteka civakê sucdar Musa Orhan girtin." 
 
DEMA LI STENBOL ÎZMÎR Û ENQERE JIN RASTÎ TUNDIYÊ TÊN HEMÛ JIN DERDIKEVIN KOLANAN LÊ LI KURDİSTANÊ NE WISA YE  
 
Keskîn, da zanîn ku dema li Stenbol, Îzmir û Enqereyê jinek bi tundiyê re rû bi rû dimîne, hemû rêxistinên jinan dadikevin kolanan, lê dema li bajarê Kurdistanê jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin, mixabin jinên Kurd bi tenê dimînin. Ez difikirim ku li gorî erdnîgariyê di parastina mafên mirovan de cot sitandartî heye. Bi salan çavdêriyê dikim wisa ye. Di komkujiyên Ermenî, Suryanî, Hristiyan û Dersimê de herî zêde jin mexdûr bûn. Di salên 1990’î de Musa Çîtîl, hebû, niha Musa Orhan ketiye şûna wî. Ev ne tesedifî ne. Musa Orhan, berdewama Musa Çitil e. Tundiya li dijî jinê, di heman demê de tundiya li dijî rêxistinên jina ni. Bi taybetî li Kurdistanê polîtîkayên qeyûm berî her tiştî rêxistin û saziyên jinan girtin. 
 
Di têkoşîna rizgariya jinê de, divê mirov tenê li dijî kesên tên eciqandin û mafê wan tê binpêkirin dernekeve. Divê di heman demê de li dijî nijadperestî, faşîzm û kapitalizmê jî derkeve. Jin vê yekê baş dizanin û ji ber vê yekê serî natewinin. Li dijî hemû binpêkirinan derdikevin. Dema niqaşên Peymana Îstanbul dest pê kir, ewil li Amedê Komeleya Jinan a Rosa derketin qadan û bertekên xwe anîn ziman. Piştî vê çalakiyê jinan li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Piştî wê bi ser komeleya Jinan a Rosa de girtin. Seroka komeleyê û gelek jin girtin. Bi vê yekê dixwazin rêxistinên jinan çavtirsandî bikin. Jinên Kurd hem tev li têkoşîna rizgariya jinê dibin, hem jî daxwaza nasnameya neteweyî dikin. Ji ber vê yekê dixwazin berî her tiştî jnên Kurd çavtirsandî bikin. Jinên Kurd di vê meseleyê de dewletê bêzar dikin." 
 
Keskîn, herî dawî destnîşan kir ku jin bi tundiyê re rû bi rû bimînn û bên kuştin jî dest ji têkoşîna xwe bernadin û got: "Ji ber vê yekê bêtir pêdivî bi piştevanî û yekîtiya jinan heye." 
 
MA / Semra Turan