Li Balikesîrê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 16:32 14 Îlon 2020
  • |
img
BALIKESÎR -  Li navçeya Bûrhaniyê ya Balîkesîrê jina bi navê Çîgdem D. ji ber şerê di navbera malbatê de hat qetilkirin. Malbata Çigdem xwest ku kujerên wê bên cezakirin. 
 
Duh êvarê li taxa Hacibozlar a navçeya Bûrhaniyê ya Balîkesîrê, ji ber bikaranîna baxçeyê mala xwe  ferdên malbatekî bi hev ketin. Di vî şerî de jina bi navê Çîgdem D. a dayika 2 zaroan hat qetilkirin. Ji ber ku yên şer dikirin hevjînê wê û tiyên wê bûn Çigdem xwest wan ji biqetîne. Lê dema ku Çigdem ket navberê xwezûrê wê Bahrî D. û tiyên wê Alî û Aykût D. Çigdem qetil kirin û hevjînê wê Ramazan D. jî birîndar kirin. 
 
Cenazeyê Çigdem, li navçeyê îro hat definkirin. Birayê Çîgdem Bekir Aksû xwest ku kujerên xweişka wî bi awayê herî giran bên cezakirin.
 
 xwezûrê Çigdem Bahrî D. û tiyên wê Alî û Aykût D. ku piştî bûyerê hatibûn binçavkirin, îro hatin girtin û şandin girtîgehê.