Malbata Kubra ji ‘întiharê’ bawer nake: Berpisiyar xwesû ye

  • jin
  • 09:09 17 Îlon 2020
  • |
img
AGIRÎ – Dayika Kubra Taşdemîr ku beriya 3 mehan li navçeya Avkevirê ya Agiriyê bi awayekî guman mirî hatibû dîtin Raziye Samanci, diyar kir ku sedemê mirina keça wê xesiya wê û xwest ku berpirsyarên mirina keça wê bên darizandin. 
 
Kubra Taşdemîr (21) ku li gundê Girê Şêran ê navçeya Avkevir a Agiriyê dijîya, di 11’ê hezîranê de di konê zozanan ê lê diman de mirî hatibû dîtin. Di lêpirsîna ku derbarê mijarê de hatibû destpêkirin de tu pêşketinek tuneye. Di rapora otopsiyê ya Taşdemîr de jî sedema mirina wê weke “întîhar” hatibû aşkerakirin. Malbata Taşdemîr, ji mirina keça xwe xesiya wê berpirsyar digire.
 
‘NE KESEKE KU ÎNTIHAR BIKE BÛ’ 
 
Dayika Taşdemîr Raziye Samanci, diyar kir ku keça wê 2 sal bûye ku zewicandî bûye û bi hevjînê wê re tu pirsgirêkeke wê tune bûye û wiha got: “Keça min bi xesî û gurma xwe re pirsgirêkan dijiya. Xesî û gurma wê diketin odeya wê pereyê wê dibirin. Xezûrê wê jê re baş bû. Kubra timik ji min re digot, xezûrê min û hevjînê min û birayê xwe ji min re baş in lê xesî û gurma min tu tişt namîne ku tînin serê min’. Keça min keseke ku întihar bike nîn bû. Heke keça min întihar kiribe jî xesiya wê bûye sedem.”
 
‘DESTÛR NEDANE KES WÊ XELAS BIKE’
 
Samanci, destnîşan kir ku keça wê 8 saetan li konê daleqandî maye û ev tişt anîn ziman: “Li gorî vegotinên kesên li wir; xesiya wê destûr nedaye kesên ku xwestine keça min xelas bikin. Xesiya wê xwe daye ber derê kon û gotiye, ‘Bila kes nekeve hundir û nêzî bûka min nebe’. Heke destûr bida, dema ku keça min kiriye qêrîn wê kesên li wir biçûna hewara keça min. Ev rewş bûye sedem ku keça min 8 saetan daleqandî bimîne. Çima destûr nedaye ku kes li hewara keça min biçe? Dema ku keça min întihar kiriye tenê xesî û gurma wê li balê bûne. Gotin ku dema keça min întihar kiriye li ser çokên xwe bûye. Dibêjin ku keça min bi benê naylonekî reş întihar kiriye. Mirovek çawa dikare xwe bi wî benî întihar bike? Xesiya wê 2 mehan telefona wê desteser kiribû. Me 2 mehan xwe negihand keça xwe. Heke telefona wê li cem bûna belkî em ji her tiştî agahdar bûna.”
 
‘BANGA DÎTINA BERPIRSYARAN’
 
Di berdewamê de Samanci xwest ku berpirsyarên mirina keça wê bên dîtin û axaftina xwe bi dawî kir: “Ji roja ku keça miriye ve ez jî weke miriya me. Dewlet jî di vê mijarê de qet tiştekî nake. Heta ku ez sax bim ez ê dozdarê wê malê bim. Tu demê jî ez ê dev ji doza xwe berendim.”
 
Bavê Taşdemît Kerem Samanci jî got ku wê giliya kesên ku bûne sedema mirina keça wî bike û dev ji vê bûyerê bernede. 
 
MA / Ozlem Yayan