MKGP: Ersoz, çawaniya têkoşînê ji me re mîrate hişt

  • jin
  • 12:38 7 Cotmeh 2020
  • |
img
AMED –  MKGP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin pîroz kir û ev tişt got: “Mîrateya ku bi gozegirêkan hat nexşandin û ji rojnamegerên jin re hat hiştin, weke dûh îro jî rêya me ronî dike.”   
 
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), derbarê 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin ku bi munasebata roja mirina Rojnameger Gurbetellî Ersoz (7’ê Cotmeha 1997) hatiye îlankirin de daxuyaniyeke nivîskî da û rojê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mîrateya ku Gurbetellî Ersoz di jiyana xwe de bi gozegirêkan nexşandiye û ji rojnamegerên jin re hiştiye, weke dûh îro jî rêya rojnamegerên jin ronî dike. 
 
Di berdewamê de jî hat destnîşankirin ku Gurbetellî Erzos di rojên ku rojnamegerên li kuçeyan hatine qetilkirin ew bûye gerînendeya rojnameyê û çawaniya têkoşîna li dijî zext, tundî, komujî û tunekirinê ku bi pênûsa xwe daye ji jinên kurd re weke mîrate hiştiye. Di dawiya daxuyaniyê de roja rojnamegerên jinên kurd hat pîrozkirin û rojnamegerên jin ku di vê oxirê de jiyana xwe feda kirine, hatin bibîranîn.