Pêşengiya jinan a ji Geziyê ber bi Kobanê: Kader Ortakaya

  • jin
  • 11:08 31 Cotmeh 2020
  • |
img

ENQERE – Hevala Kader Ortakkaya ku dema Berxwedana Kobanê li ser sînorê jiyana xwe ji dest da Perîhan Koca, diyar kir ku di berxwedana jinan a ji Geziyê heta Kobanê de Kader Ortakkaya bûye pêşenga têkoşîna jinan a azadiyê. 

 
Gefa Rojhilat Navîn û Cîhanê DAIŞ, di 15’ê Îlona 2014’an de bi çekên giranêrîşê Kobanê kir û gav bi gav Kobanê dagir kir. Li Kobanê li dijî vê êrişê berxwedaneke dîrokî hat destpêkirin. Ev berxwedana ku bi pêşengiya jinan hat meşandin şopê xwe li dîrokê hişt. Ev berxwedan bû sedem ku hêzên navneteweyî li dijî DAIŞ’ê bên gel hev. Di êrişan de ji sedî 70’yê bajar kobanê û 360 gund hatin wêrankirin. 
 
CIWANAN SÎNOR DERBAS KIRIN 
 
Piştî êrişan di serî de kurd gelên Tirkiyeyê herikîn ser sînorê di navbera Kobanê û navçeya Pirsûsê ya Rihayê de dest bi nobetê kirin. Di van nobetan de gelek ciwan sînorên ku ji hêla hêzên navneteweyî ve hatibûn danîn derbas kirin û tevlî Berxwedana Kobanê bûn. Yek ji van ciwanan jî Kader Ortakkayê bû. Ortakkaya, di 7’ê mijdara 2014’an de dema ku xwest sinor derbas bibe ji aliyê leşkeran ve gule lê hatin reşandin û jiyana xwe ji dest da.
 
JINEKE KURD A KOMÛNÎST 
 
Rêvahala Ortakkaya Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala Ortakkaya kir. Koca, Ortakkaya weke şêrvana rizgariya jinê pênase kir û da zanîn ku Ortakkaya li dijî polîtîkayên tundiya li ser jinê li refên pêş ên berxwedanê de cih girtiye û wiha got: “Weke jinekê ji malbata xwe dest pê kiribû û li her qadê bi berxwedanê dijiya. Jineke kurd a komunîst û karker bû.”
 
PÊŞENGA TÊKOŞÎNA JINAN
 
Di berdewamê de Koca, destnîşan kir ku di berxwedana jinan de ji Geziyê heta Kobanê Ortakkaya bûye pêşenga têkoşîna jinan a azadiyê û derbarê têkoşîna wê de ev tişt got: “Modela jinan azad di jiyana xwe de ava dikir. Di berxwana Ortakkaya de serhildan li dijî zihniyeta zilam hebû.”
 
MA / Berîvan Altan