DAKAP’ê ji bo çalakiyên meha Mijdarê star da

  • jin
  • 13:28 2 Mijdar 2020
  • |
img

AMED – DAKAP’ê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de, starta çalakî û bernameyên mehekê li dar bixe, da. DAKAP’ê bi name şandina ji jinên girtî re, dest bi çalakiya xwe ya kemin kir. 

 
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê, starta çalakî û bernameyên xwe yên mehekê da. DAKAP’ê li pêş avahiya PTT’ê ya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bi tevlîbûna gelek jinan daxuyanî da çepemeniyê. Jinan pankarta “Jin Pêşeroja Civakê Ne” hilgirtin. Di daxuyaniyê de endama DAKAP’ê Nîhal Yanik axivî.
 
‘TÊKOŞÎNA JI BO JIYANEKE WEKHEV DIDOME’ 
 
Yanik, qetilkirina Xwîşkên Mîrabel bibîrxist û wiha got: “Roja kuştina Xwîşkên Mîrabel sembola 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Li Dijî Tundiya Jinê ye. Ew têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev û azad hatiye dayîn îro jî didome. Di salvegera 21’emîn a roja 25’ê Mijdarê ya li Tirkiyeyê de tabloyeke baş li holê nîne. Rojê 4 jin tên kuştin. Zilaman di sala 2020’an de heta 1’ê Mijdarê 312 jin kuştine. Tundiya aborî, psîkolojîk û fîzîksel her ku diçe berdewam dike û jinên ku mafê xwe digerin tên binçavkirin, îşkence kirin û rastî zextan tên. Tirkiye li gor lêkolîna Endeksa Ewlehî, Aştî û Jinê, ji bo qalîteya jiyanê ya jinan di nava 167 dewletan de di rêza 114’emîn de ye.”
 
‘PIRSGIRÊKÊN JINAN ZÊDETIR BÛN’
 
Yanik, diyar kir ku bi pandemî û qeyrana aboriyê pirsgirêkên jinên ên wek destmiza kêm, bêkarî, bêsîgorte xebitîn zêdetir bûne û ev tişt anî ziman: “Jin ji sedî 92 bê sendika dixebitin, ji sedî 23, 2 di wergirtina kar de rastî cihekariyê tên û ji sedî 17,8 jî ji zilaman destmizeke kêmtir dixebitin. Wek mînakên Rabîa Naz, Gulîstan Dokû û Nadîre Kadîrova faîl tên parastin. Di sûcên tundiyê yên li hemberî jinan de bi polîtîkayên bêcazetiyê faîlan bi cesaret dikin.”
 
‘EM DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNADIN’
 
Yanik, da zanîn ku AKP ya ku bi xwe faîl di her platformê de êrîşî têkoşîna jinan dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Fezleke û girtinên parlementer,  hevşaredarên hilbijartî yên jin pêngavên li dijî rawestandina têkoşînê ne. Lê em jin dê li dijî mîlîtarîzm, şer, mêtîngerî, zayenperestî, homofobî, tundiya dewletê û zilam, tacîz, tecawiz têkoşîna xwe berdewam bikin û desta jê bernadin. Em bi gotina ‘25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Li Dijî Tundiya Jinê ne rojeke her roj e’ starta çalakiyên xwe yên meha mijdarê didin. Em dest ji destkeftî, maf û têkoşîna xwe bernadin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” , “Bijî Piştevaniya Jinan” û “Kuştinên Jinan Polîtîk in” bi dawî bû. Jinan dûre li PTT’ê ji girtiyên jin re qert şandin û bi vî awayî çalakiya xwe ya yekemîn a meha Mijdarê li dar xistin.