Jinên Pirsûsî xwe ji 25’ê Mijdarê re amade dikin

  • jin
  • 15:17 2 Mijdar 2020
  • |
img

RIHA - Aktîvîstên TJA’yê, ji bo çalakî û bernameyên 25’ê Mijdarê yên li Pirsûsê li dar bixin, amadekariyên xwe dikin.

Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), dest bi amadekariyên xwe yên çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê yên li navçeya Pirsûs a Rihayê li dar bixin, kirin. Di vê çarçoveyê de, bi tevlîbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu, Remziya Tosûn û Hevşaredarê Pirsûsê Hatîce Çevîk li ber Rêxistina HDP’ê ya Pirsûsê daxuyanî hat dayîn. 
 
Wekîla HDP’ê Ayşe Surucu, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Emê ji 7’ê Mijdarê heya 25’ê Mijdarê li qadan bin. Emê li dijî komkujiyên jinan, tacîz, tecawîz, tundî û êrîşên li ser jinan dengê xwe bilind bikin. Wê têkoşîna me her tim dewam bike.”
 
Jinan dûre, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, esnafên navçeyê ziyaret kirin û broşurên têkildarî kampanyeya “Em xwe diparêzin” a TJA’yê belav kirin.