Guven: Jinên kurd bi nêrînên Ocalan hebûna xwe îspat kirin

  • jin
  • 15:30 4 Mijdar 2020
  • |
img
AGIRÎ – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, diyar kir ku gel û jinên kurd bi saya nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hebûna xwe ıspat kirine.  
 
Tevgea Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya xwe ya “Em xwe diparêzin” de li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi jinan re civînek li dar xist. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, aktîvîstên TJA’yê û jinên HDP’ê tevlî civînê bûn. 
 
Beriya  civînê Hevseroka KCD’ê Guven axaftinek kir û bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku Ocalan 21 sal in li dijî polîtîkayên şer, înkar û îmhayê li ber xwe dide. Guven, destnîşan kir ku gel û jinên kurd bi saya nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hebûna xwe ıspat kirine.  
 
Piştre civînê ji çapameniyê re girtî berdewam kir.