Ayşe Gokkan hat berdan

  • jin
  • 18:22 5 Mijdar 2020
  • |
img
 
 
MÊRDÎN - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ku di çarçoveya lêpirsîneka Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de tevî 13 kesan hatibû binçavkirin, hat berdan. Tevî Gokkanê Mesût Çelîk jî hat berdan. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, di çarçoveya lêpirsîneke sala 2013'an de Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkanê jî di nav de 13 kes binçavkiribûn. Piştî karên li edliyeyê, dozger bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Gokkanê û Mesût Çelîkê 70 salî sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Mêrdînê kir û xwest bên girtin.
 
Dadgeriyê bi hinceta delîline pir berbiçav tune ne û navnîşan wan diyar e, bi şertê kontrolkirina edlî Gokkan û Çelîk berda.
 
Kesên din ên hatine binçavkirin hîn jî li emniyetê ne.