Ji 87 saziyên jinan li dijî OHAL’ê kampanyaya îmzeyan

  • jin
  • 13:17 15 Çile 2018
  • |
img

STENBOL - 87 saziyên jinan li dijî dirêjkirina OHAL’ê, bi dirûşmeya “Em fêrî asayîbûna ‘rewşa OHAL’ê’ nabin” dest bi kampanyaya îmzeyan kirin.  

Di çarçoveya bangawariya Komîsyona Jinan a DÎSK’ê, Meclîsa Jinan a KESK’ê, Koma Xebatkarên Jinan a TMMOB’ê û Baskê Tenduristiya Jinên Bijîşk TTB’ê 87 saziyên jinan li hev kom bûn û li dijî dirêjkirina OHAL’ê daxuyaniyek hevpar dan û kampanyeya îmzeyan dest pê kirin. Di xuyaniya nivîskî ya 87 saziyên jinan de hat gotin ku “Em fêrî asayîbûna ‘Rewşa OHAL!’ê nabin.” 
 
'OHAL TÊ WATEYA KUŞTINÊN JINAN'
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “OHAL ji bo jinan tê wateya kuştinên jinan. Divê em xwe ji KHK’a hejmara 696’an a di çarçoveya OHAL’ê de hat derxistin, xelas bikin. Li ser vê axê pir bi rehetî zilam jinan qetil dikin. Ceza ji b ovan zilaman nayê dayîn û heta bêje tên parastin. Her roja qanûnek nû derdixin û ev qanûn hemû li dijî azadî têkoşîna jinane. Êdî em dixwazin ji van hemûyan xelas bibin.”