Piştevaniya Mor lez dan xebatên rêxistinkirinê

  • jin
  • 10:29 21 Çile 2018
  • |
img

STENBOL - Piştevaniya Mor (Mor Dayanişma) ku bi şîara “An Azadî An Azadî" konferansa jinan pêk anîn, dest bi xebatên rêxistinbûnê kirin. Jiyan diyar kirin ku armanca wan ewe ku sazîbûnê pêş bixin û qadên ku jin lê nefesê bistînin ava bikin.

Piştevaniya Mor (Mor Dayanişma) ku bi şîara “An Azadî An Azadî" konferansa jinan pêk anîn, dest bi xebatên rêxistinî û sazîbûnê kirin. Jinan bi Koordînasyona  Piştevaniya Mor a avakirin, hewl didin xwe bigînin hemû navçeyên Stenbolê û piştre li tevahiya Tirkiye xwe bigînin hemû jinan. Jinan anîn ziman ku armanca wan a sereke sazîbûnê pêş bixin. Armanc dikin ku qada hewaya mor ava bikin û parastina rewa pêş bixin. Jin hewl didin ku kargeriyên parastina rewa, huner û kargeriyên cuda ava bikin û xwe li hemû qadan bigînin jinan. Piştevaniya jinê bi vê xebatê armanc dike ku hemû jinên ji nava civakê hatine dûrxistin û vîna wan ji destê wan hatiye girtin dîsa bi hêz bikin xurt bikin û tev li têkoşînê bikin. Koordînasyon, li tax, kargerî û malan digerin û der barê armanc û xebatên xwe de jinan agahdar dikin. Endamên Piştevaniya Mor, bi komîsyonên ava bikin dê qadên ku jin lê nefes bistînin ava bikin. Endamên Koordînasyona Piştevaniya Mor Gamze Ozkok û Juliana Gozen, diyar kir ku bi armanca bibin bersîva daxwazên hemû jinên cîhanê Piştevaniya Mor  ji nûve bi rêxistin dikin û vê torê mezin dikin.  Juliana Gozen, destnîşan kir ku li Tirkiye gelek bûyer û geşedanên nefesa jinan diçikînin hene û jinan difetisînin. Gozen, destnîşan kir ku bi zagonan dijminantiya jinan pêş dixin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de me konferansa ‘An Azadî An Azadî" pêk anî. Em tenê jibo rêxistinbûna xwe li Piştevaniya Mor nanerin. Em dixwazin bi vê xebat û rêxistinbûnê têkoşîna jinan gavek din pêş bibin û mezin bikin. Em armanc dikin ku li dijî îktîdarê û li dijî polîtîkayên ku dijminantiya jinê mezin dikin rêxistinbûn û sazibûnê bêtir çawa mezin bikin. Em dê bi vê rêxistinbûnê tariya ser xwe biçirînin. Em dê têkoşîna jinan bêtir pêş bixin û dest bidin dest hev. Em bang li hemû jinan dikin ku dest bidin hev. Armanca me em piştevaniya jinan xurt bikin."
 
Gamze Ozkok jî wiha got: "Me li gelek bajarên Tirkiye panel pêk anîn. Li gorî îstatîstikên sala 2017’an kuştin, îstîsmar û destdirêjiya li dijî jinan zêde bû. Em wekî Piştevaniya Mor dê li dijî vê yekê gavên nû bavêjin. Xebatên me yên kargeriyên jinan berdewam dikin. Em dê jin bên cem hev û piştevaniyê xurt bikin. Em niha li 24 navçeyan xebatê dimeşînin. Em armanc dikin ku meclîsê ava bikin. Em dê bi kargeriyên hiqûq û deruniyê piştevaniya jinan xurt bikin."  
 
MA / Necla Demîr