Di OHAL’ê de jin: Em di bin tirsê de dijîn

  • jin
  • 09:19 22 Çile 2018
  • |
img

EDENE – Jinên edeneyî li dijî bandora OHAL’ê ya li ser jinan gotin: “Dema em diçin cihekî, em bi tirsa dê tiştek bê serê me dijîn. Ji bo OHAL rabe dê têkoşîna me dewam bike.” 

Gelek sendîka û saziyên demokratîk ji bo OHAL rabe kampanyayên cûr bi cûr dan destpêkirin û ev kampanya dewam dikin. Yek ji van hewldana li dijî OHAL’ê û destek da kampanyayê jî Platforma Jinan a Edeneyê ye. Endamên Platformê nêrîna xwe ya li dijî OHAL’ê vegotin. 
 
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’ 
 
Ji endamên platformê Sevîl Araci Bek diyar kir ku herî zêde di OHAL’ê de zext û êrîş li dijî jinan zêde bûne û got: “Bi taybetî di serdema OHAL’ê de tecawzi, tacîz, tundî, êrîş û êrîşên cûr bi cûr li dijî jinan derketine asta herî jor. Di vê serdemê de qanûnên li dijî jinan derxistin. Gelek doz der barê jinan de vedikin. Gelek çalakî û şahiyên jinan qedexe dikin. Lê em ê li hember van azextan serî netewînin. Bila demildest OHAL bê rakirin.” 
 
'EM Ê DEST JIYANA XWE BERNEDIN’ 
 
Endama platformê û xwendekara zanîngehê Dîlan Aksunger jî destnîşan kir ku ji ber OHAL jiyana civakî razger dike li dijî wê ne û got: “Yên herî zêde bi wêrekî li dijî tundiya jinan li ber xwe didin jin in. Em hemû qanûn û sererastkirina li dijî vîna jinan dibînin. Desthilatdarî dixwaze bi OHAL’ê vîn û jiyana jinê desteser bike.  Em ê li dijî OHAL’ê têbikoşin û dest ji jiyana xwe bernedin.” 
 
Endama platformê Sevîm Alkan jî da zanîn ku OHAL’ê azadiya wê ji dest girtiye û got: “Ez dixwazim azadiyê bidim zarokên xwe. Lê heta OHAL hebe nikarim vê pêk bînim. Dema em diçin cihekî, em bi tirsa dê tiştek bê serê me dijîn.” 
 
'WÊ JIN KOLETIYA CIVAKÎ QEBÛL NEKIN’ 
 
Seroka Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê Seçîl Sonmez jî diyar kir ku desthilatdarî dixwaze welat bi OHAL’ê bi rêve bibe û wiha got: “AKP OHAL’ê ji xwe re wek amûrekî dibîne û di bin navê gotinên zayendî û olî de jî li dijî jinan zextan pêk bîne. Polîtîkayên AKP’ê pirsgirêkên jinan kurtir dike. Dê jin li OHAL’ê guhdar nekin û her tim li qada bin. Wê jin tu demê koletiya civakî qebûl nekin.”