Nûnerên jin: Em wek Kobanê xwedî li Efrînê jî derbikevin

  • jin
  • 09:23 22 Çile 2018
  • |
img

STENBOL – Jinan bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da û gotin: “Çawa em xwedî li Kobanê derketin em ê xwedî li Efrînê jî derbikevin.” 

Bertek û hêrsa hemû beşên civakê yên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê û bajarên heremê, li dijî dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê dewam dike. Yên herî zêde ji şer bandorê digirin û li dijî şer dikevin aliyê jinan e. Jin li gel her şert û mercan serî li hember şer radikin. Endam û rêveberên jin ên saziyên li Stenbolê li dijî êrîşên ser Efrînê nerazîbûnên xwe anîn ziman. 
 
‘PÊDIVIYA DESTHILATÊ BI VÎ ŞERÎ HEYE’ 
 
Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Karahanci bertek nîşanî navê “Operasyona Şaxê Zeytûnê” ya li dijî Efrînê da û got: “Di vî şerî de jî diyar dibe ku pêdiviya desthilatdariyê ya hêzên paramîlîter û faşîst ava dike heye. Dixwazin bi vî şerê bixwîn erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê bikin gola xwînê.”  
 
‘DIVÊ LI DIJÎ BOMEYAN EM KOR Û LAL NEMÎNIN’ 
 
Endama MYK’a Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Ezgî Bahçecî jî destnîşan kir ku pêwîste li dijî dagirkirina Efrînê hemû muxalefea civakî deng derbixe û wiha axivî: “Em ê bi her awayî xwedî li berxwedana jinên şoreşa Rojava derbikevin. Divê êdî em li dijî şerê tunekirina gelê kurd a bi salan bêdeng nemînin. Ji ber ku herî zêde şer bandorê li ser jin û zarok dike û hevjînên me tên kuştin. Em naxwazin ku tu mirov bimire. Em lalbûn û korbûna li hember bombeyên bedenan dikujîn red dikin.” 
 
‘ENIYA JINAN ZELAL E EW JÎ AŞTIYE’ 
 
Endama Platforma Jinên Çorlu Alev Yildirim jî da zanîn ku şer tu demê şer nefesek rehet nedaye gelan û got: “Di encama şer de her tim mirin pêk hatiye û xwîn û rondikên çavan dirijin. Eniya jinan zelal e. Ew jî aştiye.” 
 
‘EM Ê MÎNA KOBANÊ XWEDÎ LI EFRÎNÊ JÎ DERBIEVIN’ 
 
Endama Kordînasyona Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Pinar Ceyhan jî anî ziman ku bi taybetî cihên zarok û jin lê dimînin bi zanebûn hedef tê girtin û wiha got: “Çawa em xwedî li Kobanê derketin em ê xwedî li Efrînê jî derbikevin. Em ê li dijî êrîşên Efrînê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Tu şansê me jinan û gelên Tirkiyeyê ji bilî li ber xwe dayînê tune ye. Divê em deng bidin berxwedana Efrînê.” 
 
‘ŞERÊ QESRÊ DÊ BI SER NEKEVE’ 
 
Endama Jinên Ser Rûyê Erdê Evrîm Gurenîn jî bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da û got: “Niha Efrîn tê dagirkirin. Çawa em jin li dijî dagirkirina Kurdîstanê li ber xwe da û helwesta xwe ya aştiyane nîşan da, îro jî li dijî dagirkirina Efrînê em ê aştiyê bixwazin. Em ê ji bo Efrînê li kolanan bin. Dê ne şerê qesrê wê berxwedana gelên Rojhilata Navîn bi ser bikeve.”
 
‘EM ZAROKÊ XWE NEŞÎNIN ŞER’ 
 
Ji jinên Partiya Emekê (EMEP) Şenay Kumuz jî diyar kir ku eniya şer dê tu demê ji aliyê jinan ve neye qebûlkirin û got: “Divê em zarokên xwe neşînin vê şerê dagirkirinê. Çi dibe bila bibe em jin dê li hember şer derbikevin. Ji bo rawestandina dagirkirina Efrînê em ê wek jinan di nav hewldanan de bin. Wê çalakiyên me jinan her roj pêk bên.”