Başaran: Di nêrîna jinan de tu girîngiya desthilatdariyê nemaye

  • jin
  • 15:16 5 Adar 2021
  • |
img

MÊRDÎN – Hevberdeveka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li Mêrdînê axivî û got: “Desthilatdariya AKP’ê rewabûna xwe winda kiriye û di nêrîna jinan de tu girîngiya wê nemaye. Tekane hebûna wan tundiye. Vê tundiyê jî, em ê vale derxînin.”

 
Fînala bernameya “Seferberiya Xemrî” ya li aliyê Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatibû destpêkirin, li Mêrdînê hat kirin. Bernameya fînalê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr hat lidarxistin. Gelek jinên ciwan, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag beşdarî bernameyê bûn. 
 
Di bernameyê de stran hatin gotin û guvend hat gerandin. Berdevka partiyê Gunay, di bernameyê de axivî û diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê li dijî ciwanan “polîtîkayên dijminantiyê” bi rêve dibe. Gunay, da zanîn ku desthilatdarî hewl dide bi êriş û zextan jinên ciwan teslîm bigire. 
 
Gunay, bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: “Lê jinên ciwan û jin her tim têkoşîna xwe dewam dikin. Em  ê bi vê coşê, li dijî desthilatdariyê û li dijî faşîzmê, rêxistinbûyîna xwe ya ciwan mezin bikin û li her der, em ê têkoşîna xwe bi rêve bibin. Em ê bi kêfxweşiya ku me ji vê derê girt, bi coş Newrozê pêşwezî bikin.”
 
‘DESTHILATDARÎ JI TIRSA ÊRÎŞ DIKE’
 
Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran jî, diyar kir ku sala dawî bi dehan, bi sedan jin ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan û got, "Desthilatdariyê ji nedîtî ve hat. Gulistan Dokû zêdeyî saleke nehatiye dîtin. Ji ber ku em zanin li Kurdistanê mirov winda nabin, mirov tên windakirin. Hîn jî desthilatdariyê li ser aqûbeta Gulistan Dokû bersivê nedaye. Çawişekî pispor dest avêt Îpek Er, bi rojan dîl hate girtin, ber bi xwekuştinê ve hate dehfdan û kiryar Mûsa Orhan ji aliyê kesên herî payebilind ên desthilatdariyê ve hate parastin, li derve bi hêsanî digere. Jinên ku li dijî vê yekê têdikoşin, bi her awayî dibin hedefa desthilatdariyê. Desthilatdariya AKP’ê rewabûna xwe winda kiriye û di nêrîna jinan de tu girîngiya wê nemaye. Tekane hebûna wan tundiye. Vê tundiyê jî, em ê vale derxînin.”
 
JI BO JINAN
 
Parlameter Dersim Dag jî bi Kurdî axivî û anî ziman ku jin bi sedan sal in tên qetilkirin, destdirêjî li wan tê kirin, yan jî tên windakirin, lê li dijî vê yekê her tim li ber xwe didin. Dag di dewama axaftina xwe de wiha got; "Em ê li hemberî vê zîhniyeta bi serweriya mêr serê xwe netewînin. Ji bo jinên Kurd ên hatine kuştin, me îsal dest bi kampanyayekê kirin: 'Em niha rabin ser piyan, seferber bibin'. Bi saya vê kampanyayê me xwe gihand bi sedan jin ên ciwan, me zîhniyeta mêr ê serdest teşhîr kir. Pinar Gultekîn, Gulistan Dokû, Îpek Er û jinên mîna wan bûn hedefa êrişê, hatin kuştin sedema me ya raperînê ye. Em careke din sozê didin wan jinan, heta azadiyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
 
Piştî axaftinan bernameya bi temaşekirina sînevîzyonê û dayina konsere dewam kir. 
 
Li aliyê din, li navçeya Artûklû û Kerboranê yên Mêrdînê, di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, şahî û çalakî li dar xistin. Jinan li Kerboranê şahî li darxistin û li Artûklû jî, bi armanca piştevaniyê, ji jinên girtî 129 qert şandin.