Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin

  • jin
  • 10:38 16 Adar 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Hasan Y. ku keça xwe tacîz kiribû û dîmenên vê kêliyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiribû hat binçavkirin.
 
Li Îzmîrê, zilamê bi navê Hasan Y. keça xwe tacîz kiribû û dîmenên vê kêliyê li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir. Di medya civakî de li dijî dîmen bertekeke mezin hat nîşandan. Di demekî kurt de dîmen bi hashtaga #HasanTûncBilaBêgirtin (#HasanTûnclarTutuklansin), bû rojev. Piştî parvekirina dîmen polîsan Hasan Y. binçav kirin. Hat zanîn ku Hasan Y. li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê tê ragirtin. Piştî kirariyên miduriyetê wê Hasan Y. sewqî edliyeyê were kirin. Li aliyê din hat diyarkirin ku Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê zarokê girtiye bin parastina xwe.