Nivîskara Misrî Nawal El Saadawî koça dawî kir

  • jin
  • 12:46 22 Adar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvana mafê jinan û nivîskara Misrî Nawal El Saadawî ya li Tirkiyeyê bi pirtûka xwe ya bi navê "Jina di Xala Sifrê de" (Sıfır Noktasındaki Kadın) koça dawî kir. 
 
Jina parazvanên mafê jinan, femînist û nivîskara Misrî Nawal el Saadawî ya 89 salî li paytexta Misrê Qahîrê çû ser dilovaniya xwe. Saadawî ya ku hat gotin demek rêjbû nexweş bû, sedema mirina wê nehat dest nîşan kirin. 
 
Nawal El Saadawî, ku di cîhana ereban de, bibû yek ji jinên sembol ên têkoşîna mafê jinan birêve dibin, di heman demê de damezrîner û seroka Komeleya Piştevaniya Jinên Erep bû. Nawal El Saadawî ku bi pirtûkên xwe yên "Jina di Xala Sifrê de" (Sıfır Noktasındaki Kadın) û "Xweda li ber Peravê Nîlê Winda Kir" (Tanrı Nil Kıyısında Kaybetti) dihat naskirin, 55 pirtûkên wê wergerî 30 zimanan hatine kirin.