Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!

  • jin
  • 11:47 24 Adar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîr Zehra Zumrût, têkildarî rexneyên derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê de ev tişt got: “Sedemên tundiyê yên mîna alqol, hişbir û gelek tiştên din hene. Lê dema ku em tenê li ser gotarek nîqaş bikin wê demê em ê sedemên rasteqîn ên tundiyê neaxivin.”
 
Wezîra Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk, têkildarî vekişandina ji Peymana Stenbolê axivî û bersiva rexneyên ku vê derbarê de li hikûmetê tên kirin da. Selçûk, angaşt kir ku peyman bûye sedema ji hev cihêbûna civakê û di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de tu paşde gavavêtin çênebe.
 
Di berdewamê de jî Selçûk sedemên tundiya li ser jinê weke alqol û hişbirê pênase kir û têkildarî mijarê ev tişt got: Ji bo rengê nîşandina tundiyê û lêkolîna sedemên tundiyê peywir dikevin ser milê rojnameger û akademîsyenan. Lê dema ku em tenê li ser gotarek nîqaş bikin wê demê em ê sedemên rasteqîn ên tundiyê neaxivin.”