‘Heke zilam bûna we yê vî cezayî bixwesta?”

  • jin
  • 14:40 26 Adar 2021
  • |
img
EDENE – Fikriye Ozbek ku li dijî hevjînê xwe Hakan Ozbek ku tundiya sistematik lê kiribû parastina rewa kiribû û bûbû sedema mirina wî, di danişînê de serboriya xwe vegot û parêzera wê jî ev pirs ji heyeta dadgehê kir: “Heke Fikriye zilam bûna jî we yê dîsa bi vî rengî ceza bixwesta.”
 
Fikriye Ozbek, di 3’ê îlona 2020’an de li Edenê dema ku xwestibû li hemberî hevjîna xwe Hakan Ozbek ku bi awayekî sistematik tundî lê kiribû xwe biparêze, bûbû sedema mirin wî. Ji ber vê rewşê Ozbek hatibû girtin û dozê li hatibû vekirin. 3’emîn danişîna doza Fikriye Ozbek li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. Ozbek ku bi sûcdariya “kuştina mexsûs” tê darizandin, ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Malbata Ozbek, parêzer û Platforma Jinan a Ededeneyê jî li danişînê amade bûn. 
 
‘EZ BÊ SÛC IM’
 
Di danişînê de dozger mutalaaya xwe aşkera kir û xwest ku Ozbek bi angaşta “kuştina mexsûs a hevjînê xwe” bê cezakirin. Ozbek, li dijî mutalaayê derket û ev tişt got: “Dema ku xesar dida min zexq distan. Bi çekê timik gef li min dixwar. Bi salan min vê tundiyê kişand. Ez bê sûc im.”
 
Parêzerên Ozbek jî daxwaza tehliyebûna muwekîla xwe kirin. Duyemîn Seroka Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Umît Buyukdag jî daxwaza tehliyebûna Ozbek kir û ev tişt got: “Fikriye ne weke jinekê weke zarokekî kurik ê 17-18 salî bifikirin. Bifikirin ku timik ji birayê xwe îşkence dibîne û dema îşkence lê tê kirin ji nişkeve wî dikuje. Dema ku hûn weke zilam bifikirin wê nêrînên xwe biguherin. Heke zilam bûna we yê dîsa bi vî rengî ceza bixwesta?”
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara berdewama giritna Ozbek da û danişînê taloqî 13’ê nîsanê kir. 
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Platforma Jinan a Edeneyê, piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û diyar kir ku heke Peymana Stenbolê pêk bihatina Fikriye ne di girtîgehê de bû.